Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Sara, Rojbîn û Ronahî li Toûloûse hatin bîranîn

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê meşek hate organîzekirin.

Meş ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve hate lidarxistin û endamên Partiya Komunîst a fransayê, Partiya Antîkapîtalîst a Nû, Meşa Jinê ya Cîhanê, Rêya Karkeran û Eniya Gel a Fîlîstînê destek dan.

Meşê ji ber metroya Françoîs Verdîerê duh saet 16'an dest pê kir. Di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşa cîhanê deqeyek rêz hate girtin û çalakgeran piştre dest bi meşê kirin. Meşê heta meydana Jean Jaûresê dewam kir û li meydanê mîtîngek hate kirin.

Di mîtîngê de dirûşma "Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne" hate qîrîn.

Qisekeran jî helwesta dewleta Fransayê ya li pêşberî komkujiyê û hevkariya bi dewleta Tirk re şermezar kirin.