Girtiya ku li hucreya yek kesî tê girtin bang kir

Dîcle Bozan ku li Dersimê di şer de bi birîna giran hate girtin û lingekî wê jê bû got, "Tenê kêlek avêtine birîna min. Roviyên min li derve ne, bi vî rengî dijîm. Eger emeliyat nebim dibe ku xisareke mezin li bedena min bibe."

Nîsana 2017'an li Dersimê şer qewimî û di şer de gerîlaya YJA Starê Dîcle Bozan bi giranî birîndar bû û piştre hate girtin. Lingê Bozan ê rastê hat jêkirin û roviyên wê li derve di şertên giran ên girtîgehê de têkoşîna jiyanê dide. Bozan piştî 8 mehan li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê girtî ma, mehek berê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hate kirin û di hucreyeke yek kesî de tê girtin.

Ji ber ku Bozan ji Kobanê ye, parêzer nikarin miwekîliya wê bikin. Tenê li ser navê baroyê her parêzer 3 caran dikarin hevdîtinê pê re bikin. Bozan, berî ku sewqa bê kirin, ji parêzerên Baroya Dersimê re nameyek şand, der barê tenduristiya xwe de agahî da û eşkere kir ku ew bi tena serê xwe nikare jiyana xwe îdame bike.

Nameya Bozan wiha ye: 

"Wekî girtiyeke nexweş hemû mafên min ên tenduristiyê ji destên min hatine girtin. Roviyên min li derve ne û ez bi vî şeklî hewl didim bijîm. Ji bo ez biçim nexweşxaneyê gelek caran min ji Girtîgeha Xarpêtê re daxwazname şand, lê tu bersiv nedan. Ji ber ku hemû daxwazên min bê bersiv man, ez neçarî ketim greva birçîbûnê. Tevî vê jî ez dîsa nebirim nexweşxaneyê. Di van şertan biryar dan ku ez emelyat bibim. Dîroka ku dane dem bi ser re derbas bû lê hêj ez emeliyat nebûme. Rewşa tenduristiya min xirab bû. Bi yek kêlê roviyên min li derve ne. Heke ez emeliyat nebim, wê di laşê min de xesarên cidî derkevin.

Vê mehê ez şad bûm ku wê emelyat pêk bê. Gotin ku wê min bişînin girtîgeheke din. Ez ê bi tena serê xwe bimînim. Ez nikarim bi tena serê xwe bimînim û tu karê xwe bi tena serê xwe bikim. Pirsgirêka min a dil jî heye. Ji ber pirsgirêka dil hişê min diçe. Di dema krîzê de 4 heval bi zorê min digirin. Hatina ser hişê xwe saetekê dem digire. Ji ber van hemû nexweşiyan ez nikarim bi tena serê xwe bimînim. Divê raya giştî der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de serwext tev bigere."