ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş dibin dadgehê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku tevlî rûniştina dozê bibe ji girtîgehê derxistin û dibin dadgehê. -
Zarokên Nisêbînî: Leşkeran êşkence li me kirin
Zarokên li Nisêbînê di dema 'qedexeya derketina derve' de hatin binçavkirin û piştî êşkenceyeke giran hatin girtin, derketin pêşberî mehkemeyê. -
Êşkenceya ‘kincan’ li girtiyan
Diyar bû ku beriya bi çend rojan girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa E’yê ya Xarpêtê sewkî Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê bûn êşkence li wan hatiye kirin û kincên wan nedane wan. -
Demîrtaş: Biryara ku ez ê nebim namzet min stand
Demîrtaş li ser nîqaşên ji ber sedema ku di dema nû de wê nebe namzet bersiv da pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û got, "Ên ku ji bo dîzaynkirina HDP’ê di kemînê de ne wê ti encamê nestînin." -
Li Filîstînê 2 ciwan hatin kuştin
2 ciwanên Filîstînî yên ku biryara DYA’yê ku Quds bi paytextbûna Israîlê ragihandî şermezar kirin, hatin kuştin. -
Yekemcar 'sûcdarekî potansiyel' ê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
Tevî ku li Elmanyayê sûc nekiriye jî, koçberekî Tirkiyeyî ji ber ku weke 'sûcdarê potansiyel' ji aliyê polîsan ve hate deqkirin, hate dersînorkirin. -
Yildirim: Ev kongre wê ji bo me bibe kongreya pêngavê
Yildirim: Em bang li gelê xwe û hemû hêzên demokratîk dikin, ku li dijî faşîzmê 11'ê Sibatê li Enqereyê li hev bicivin û dengê xwe bilind bikin. -
ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Çileya 2018'an. -
Hevserokê PJAK’ê Mûînî: Azadî bi têkoşîneke hevpar dibe
Hevserokê PJAK’ê Mûînî ê di konferansa li PE’yê de axivî, anî ziman ku divê sîstemeke alternatîv ku hemû gel bikarin bi awayek azad bijî bê avakirin. -
Konferansa Îranê: Çareserî sîstema konfedaralîzma demokratîk e
Di nirandinên konferansa Îran û Rojhilat a li PE’yê hate lidarxistin de, hate diyarkirin ku yekane rêya çareseriya kirîzan bi têkoşîna hevpar a gelan û avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk pêkan e. -
Parlementeriya Zana hate betalkirin
Parlemeteriya Leya Zana ya parlemetera HDP’ê ya Agiriyê ye hate belakirin. -
Rojeva Rojê
11' ê Çile 2018 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Serlêdana 721’an a hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate redkirin
Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran a 721’an a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîsa ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin. -
Li Balikesîrê 7 kes hatin binçavkirin
Di encama serdegirtinên li ser malên li navçeyên Balikesîrê hatin kirin de, 7 kes bi îdîaya ‘propagandakirina rêxistinê’ hatin girtin. -
Dadgeh di bêhiqûqiyê de bi israr e: 8 sal ceza da Zeydan ê HDP’yî
Parlemterê HDP’ê Abdullah Zeydan ê girtî, di çarçoveya doza cara duyemîn jê tê darezandin de, 8 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. -
Akademîsyen: Em li pey gotina xwe ne!
Akademîsyenên ji bo ku îmzeya xwe li danezana aştiyê danîbûn têne darizandin gotin, ‘’Em heta dawiyê li pey metna xwe ne, me ti sûc nekiriye.’’ -
Xeta Telegramê ya ANF’ê di weşanê de ye
Êdî xwegihandina nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hêsantir e. Tu dikarî bibî aboneya/ê xeta me ya Telegramê û tu dikarî di wê kêlîkê de xwe bigihîne nûçeyan. -
Rewşenbîrên Îranî: Em destekê didin çalakiyan
154 rewşenbîrên din ên Îranê destek dan çalakiyan. Rewşenbîran xwestin kesên hatine binçavkirin werin berdan û daxwazên gel werin qebûlkirin. -
Kemalbay: Di vê serdemê de em ê hesab ji desthilatdariyê bipirsin
Serpîl Kemalbay got, "Heta îro gelên me teslîm nebûn û li ber xwe dan. Ji niha û şûnde êdî em ê hesap ji desthilatdariyê bipirsin." -
Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê binpêkirinên mafan
Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê binpêkirinên mafên pir zêde bûye û girtiyên nexweş yên bi nexweşiya weremê ketine nayên dermankirin. -
Fermana komkujiya Parîsê Erdogan da
Tayyip Erdogan devkî ferman daye Hakan Fîdan, wî ev erk daye Uğur Kaan Ayik, Oguz Yurek û Sabahattin Asal. Ev rewş nîşan dide ku Tayyip Erdogan ji bo gelek bûyerên derveyî hiqûqê ferman daye Misteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan. -
Endamê MÎT'ê Ayhan Oran li ku ye? Gelo hatiye kuştin?
Hemû agahî û belge nîşan didin ku yek ji personelên MÎT'ê yên komkujiya Parîsê plan kirin Ayhan Oran, ji bo neaxive ji aliyê MÎT'ê ve ji holê hatiye rakirin. -
Sendîkayên Fransayê li dijî rejîma AKP'ê daxuyanî dan
Konfederasyonên sendîkayan ku li Fransayê bi milyonan karkeran temsîl dikin, daxuyaniyek hevpar weşandin û bang kirin ku di serî de hilbijartî û rojnamevan girtiyên li Tirkiyeyê bên berdan û pirsgirêka Kurd bi rêbazên siyasî were çareserkirin. -
Bi sedan ton teqemeniya ji Tirkiyeyê diçû Lîbyayê hate girtin
Keştiyeke ku barê wê bi sedan ton teqemenî bû û ji Tirkiyeyê ber bi Lîbyayê ve diçû, li Yewnanîstanê hate girtin. -
Dîroka raperîna gel a li Îranê
Ji raperîna destpêkê ya sala 1891'ê heta serhildanên gel ên îro, kurteberiya rewşa Îranê wiha ye; yên ku duh daxwaza demokrasiyê û qanûna Îslamê dikirin, îro bûne neteweperest, olperest û înkarker.