Ebadî ji bo hilbijartina 12’ê Gulanê koalîsyon ava kir

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî got ji bo hilbijartina ku 12’ê Gulanê wê pêk were wan ‘Koalisyona serfiraziyê’ ava kirin.

Di daxuyaniya nivîskî de ya ofîsa çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Iraqê de hate gotin, ‘’Koalîsyona Serfiraziyê hatiye avakirin, bang li komên siyasî dikin ku koalîsyoneke neteweyî ya ji mezheban wêdetir were avakirin.’’

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Koalîsyona Serfiraziyê bi xwîna şehîdan wê serfiraziyê biparêze û li dijî gendeliyê têbikoşe. Ev koalîsyon wê ji bo hemû Iraqiyan bixebite û wê yekîtiya welêt û serweriya neteweyî qeyîm bike. Em ê ji bo berjewendiyên siyasî xebatan bidomînin.’’