KCDK-E ji bo Efrînê bang kir

KCDK-E nerazîbûn nîşanî gefên Erdogan ên li dijî Efrînê da û got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi plana dagirkirina Efrînê re bi awayekî vekirî şerekî topyekûn, komkujî, tinekirin û qirkirinê li ser gelê Kurd ferz dikin."

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşanî êrîşkariya Serokkomarê Tirk Erdogan da ku gefa dagirkirinê li Efrînê dixwe.

Dîwana Hevserokatiyê bal kişand ser topbaran li gundên Efrînê tê kirin û got, "Artêşa Tirk gelek çek û cebilxane li herêma Cebel El Şêx a li bejahiya Helebê bi cih kiriye. Li ser sînorê Efrînê jî gelek tank û maşînên zirxî sewq kiriye.

Beriya van planên dagirkeriyê, dîktator Erdogan 5'ê Çileyê serdana Fransa û Elmanyayê kir û nîqaş û peyamên di van serdanan de hatin kirin, cihê pirsê ne. Plana dagirkeriyê heman piştî van hevdîtinan dest pê kir.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi plana dagirkirina Efrînê re bi awayekî vekirî şerekî topyekûn, komkujî, tinekirin û qirkirinê li ser gelê Kurd ferz dikin, dixwazin Kurdan tine bikin.

Gelê Kurd bi saya berxwedana xwe ya bi rûmet, hewesa wan li Kobanê di ber wan de hişt. Bi têkoşîna bi pêşengiya jinan a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, Reqa rizgar kirin. Rojhilata Navîn bi nêrîna Serok Apo ku wê azadî û aştiyê bide gelan, şîn dibe.

DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI DIJÎ GELÊ ME DEST BI ŞEREKÎ TOPYEKÛN DIKE

Li dijî şerê topyekûn, ji bo berxwedana topyekûn em bang dikin ku dakevin qadan û têkoşînê geş bikin. Ji bo ku ruhê Kobanê ji nû ve li Ewropa û cîhanê geş bikin, divê em berxwedanê gur bikin. Kurdên li Ewropa û çar aliyên cîhanê dijîn, wê fedakariya ku ji bo Kobanê kir, ji bo Efrînê jî bi ruhê seferberiyê bidomînin û xwedî li Efrînê derkevin. Ti hêz nikare îradeya me, rûmeta me, paşeroja me tarî bike.

Di serî de Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî em bang li mirovahiya pêşverû dikin ku li dijî plana Tirkiyeyê ya ji bo dagirkirina Efrînê bêdeng nemînin. Bêdengî wê were wateya erêkirina plana dagirkirinê. Kurd bi fedakariyeke mezin li dijî dijminê mirovahiyê DAÎŞ'ê ku ji aliyê faşîzma AKP'ê ve hatiye afirandin, têkoşiyan û pêşî li DAÎŞ'ê girtin. Em bang li tevahiya mirovahiyê dikin ku li dijî êrîşa AKP'ê ya xwedî zîhniyeta DAÎŞ'ê, piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re mezin bike.

Weke KCDK-E, di serî de Kurdistaniyên li Ewropayê em bang li hemû Kurdên welatparêz ên bi namûs û rûmet ên il hemû parçeyên Kurdistanê dijîn dikin, ku bi ruhê Kobanê li dijî artêşa Tirk a dagirker û dîktator Erdogan, xwedî li Efrînê derkevin, li her devera cîhanê berxwedanê geş bikin, bi lez derkevin kolanan û têkoşînê mezin bikin."