Li Mannheîmê şehîd Mûrat hate bibîranîn

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê şehîd Ahmed Kiliç (Mûrat) hate bibîranîn.

Li bajarê Mannehîm ê Elmanyayê bi tevlîbûna sedan kesî bi merasîmekê şehîd Ahmed Kiliç (Mûrat) hate bibîranîn.

Malbatê piştî îlankirina şehadeta Kiliç, konê sersaxiyê ya destpêkê li paytexta Belçîka Brukselê danîbû. Îro jî malbata wî li Mannehîmê merasîma bibîranînê li dar xist.

Merasîm bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Mannheîmê Cano Yildiz û ji TJK-E yê Delal Rûbar axivîn.

Delal Rûbar a ku bi şehîd Mûrat re di sala 2012’an de li Strasboûrgê tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûyî qala wan rojan kir. Rûbar diyar kir ku Kiliç xwedî kesayetekî pozitîf bû û di her alî de têdikoşiya.

Li ser navê malbata şehîd Mûrat, Mehmet, Mehmet Siraç û Naîm Kiliç axivîn.

Endamên malbatê diyar kirin ku şehîd Mûrat şehîdê 7’emîn ê malbatê ye û soza berzkirina têkoşînê dan.

Piştî axaftinan peyamên saziyan hate xwendin.

Merasîma bibîranînê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.