KESK’ê li Bakirkoyê mîtînga demokrasiyê li dar xist

Bi sedan kes beşdarî mîtînga KESK’ê ya li Bakirkoyê bûn û bi sloganên “Ne Rewşa Awarte, em demokrasiyê dixwazin” ketin qadê.

Konfederasyona Sendîkaya Karkeran (KESK) ji bo rakirina Rewşa Awarte, betalkirina Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de û ji bo ku kedkar vegerin ser karê xwe li Qada Bakirkoyê ya Stenbolê mîtîngek li dar xist. Bi sedan kes bi slogana “Ne Rewşa Awarte, em demokrasiyê dixwazin” heta qadê meşiyan.

Hevserokên Giştî yên KESK’ê Aysûn Gezen û Mehmet Bozgeyîk, Hevseroka Giştî ya Egîtim-Senê Ayfer Aytekîn Aydogan, Berdevkê HDK’ê yê Stenbolê Atîlla Dogan, Parlementerên CHP’ê Alî Şeker û Sezgîn Tanrikûlû, Hevserokê HDP’ê Stenbolê Cengîz Çîçek, Komeleya Elewiyan a Demokratîk, ESP, EMEP, Tevgera Yekgirtî ya Hezîranê, Partiya Şoreşger, Yapi-Yol-Sen, Haber-Sen û gelek saziyên din beşdarî meşê bûn.

Di meşê de sloganên ‘Ne Rewşa Awarte, em demokrasiyê dixwazin’, ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’, ‘Çapemeniya Azad nabe ku were bêdengkirin’ hatin berzkirin.

Girse piştî 3 bendên kontrolê ketin qadê. Li ser rêya mîtîngê nîşangir jî hatibûn bicihkirin.

Mîtîng bi axaftinan didome.