Polîsan gule reşandin: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Li benda kontrolê ya li Tunela Avrasya ya Stenbolê, polîsên Tirk gule li wesayitekê reşandin û di encamê de kesek kuştin, 2 kes jî birîndar kirin.

Polîsên li benda kontrolê ya li pêşiya tunela Yenîkapi-Uskudar a Stenbolê xwestin wesayiteke ku 4 kes tê de bûn bisekinînin.

Li gorî îdîayê, polîsan gule li 'wesayita nesekinî' reşandin. Di encamê de Mehmet Ç., Orhan B. û Volkan T. ên di wesayitê de bûn birîndar bûn. Elvan T. jî bêyî birîndar bibe ji wesayitê derket. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Volkan T. ê bi giranî birîndar bû li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa ya Zanîngeha Stenbolê jiyana xwe ji dest da.