Tuncer Bakirhan: Dem dema mezinkirina têkoşîna hevpar e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Em ê ji bo aştiyê tifaqa xwe mezin bikin. Niha dem dema mezinkirina têkoşîna hevpar e.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Em ê ji bo aştiyê tifaqa xwe mezin bikin. Niha dem dema mezinkirina têkoşîna hevpar e.”
Partiya Yeşîl Solê (YSP), bi şîara “Ji bo Aştî û Demokrasiyê têkoşîna hevpar” li Enqereyê kongre pêk anî. Partiya Yesîl Solê li Sehneya Yilmaz Guney ya Maltepeyê pêk anî. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, nûnerên HDKê, partiyên siyasî û gelek nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk beşdar bûn. Li salonê wêneyê endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daliqandin. Berdevkê YSP’ê Ahmet Asena, axaftina vekirinê kir û got: “Ji bo banga Aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em spas dikin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan jî di kongreya Yeşîl Sol Partî de axivî û bal kişand ser pêvajoyê.
Tuncer Bakirhan ewil hemû pêkhate silav kir û diyar kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Tuncer Bakirhan bi gotina “Ez we bi rêzdarî û hurmet silav dikim.” dest bi axatina xwe kir û got: “Li cîhanê û Rojhilata Navîn em pêvajoyeke dîrokî dijîn. Em dibînin ku polîtîkayên Neo Lîberal êdî têk çûne û parçe dibin. Li hemû qadên erdnîgariyên cîhanê krîz û kaos li pêş in. Pêşengên pergala Neo Lîberal ji bo ji vê qeyranê derkevin di nava lêgerîneke nû de ne. Vê lêgerîna rizgarkirinê jî di şer û pevçûnê de dibînin. Mînaka vê yekê ya berbiçav jî geşedanên li Rojhilata Navîn in. Em hemû dibînin.”
Tuncer Bakirhan, bal kişand ser ferasetê hêzên desthilatdar û wiha berdewam kir: “Ji xeynî rê û rêbazên din nizanin. Belavkirina şer û qeyranê wekî çare dibînin. Dê rojekê bibinînin ku ev şer çiqas êş û hêsirên çavan bi xwe re tîne. Li welatên Rojhilata Navîn welatekî ku rojekê şer lê pêş nekeve tune ye. Tişta dikeve ser milê me, mîrateya ku Mahîr, Denîz, Îbralîm û Mazlûman ji mere hiştine cihana demokratîk a bê şer û bê pevçûn e. Divê em vê mîrateya wan a aştiya bi rûmet biparêzin û pêş bixin. Em xwedî erk in ku hemû gel bi hevre bi ziman, çand û nasnameyên xwe bi awayekî demokratîk bi hevre bişîn heye. birêz Ocalan qala “Sosyalîzma Civaka Demokratîk” kir. Em ê xwe nû bikin. Em ê bi gotin û pratîka xwe Sosyalîzma Civaka demokratîk bikin bingeha civaka demokratîk.”
Tuncer Bakirhan, anî ziman ku li cîhanê şer heye û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê jî pêvajoyek bi qîmet heye. Bi banga Birêz Ocalan em dixwazin Tirkiyeyê bikin welatê bê şer, bê mêtîngeh ku Kurd karibin bi nasnameya xwe azad bijîn. Em dixwazin jin azad bijîn. Hemû xweza û nebatên xwezayê hemû karibin azad bijîn û kes bandorê li ser yên din nekin. Niha deriyek vebû. Dibe ku hin kes bi fikar û pirs li vî derîyî binerin. Em bi xwe muxatabê xwe ava nakin. Muxatabek heye. Em biryar nadin kî ye. Muxatabê li hember ê herî zindî û berxwedêr ev bingeh e. Hûn hemû şahidê vê yekê ye. Em bi têkoşîna li dijî îxtîdarê tokoşînek mînak raber dikin. Bila kes merak nekin. Bila kes nekeve mava fikaran. Li rojhilata Navîn gelê ku bê nasname bû, îro bûye millete herî zêde tê nasîn û çalak. Kurd û têkoşîna kurdan tu carî pêşeroja nasname û baweriyên cûda ji bo xwe nake pêpelok. Em armanc dikin ku pergalek demokratîk, wekhev û bi edalet ava bikin.”
Tuncer Bakirhan, bal kişand ser girîngiya rêxistinê û wiha got: “Hûn çiqas bi rêxistin bin, hûn ew qas bi hêz in. Hûn şopdarên Denîz, Mahîr, Mazluman û Sakîneyan bin, hînê karibin biguherînin û veguherînin. Yên bê rêxistin û yên nikaribin tifaqa demokratîk ava bikin dê winda bikin. Gelê me dê bi ser bikeve, dê jien û xweza bi ser bikeve. Hemû kesên nasnameyên wan tên înkarkirin dê bi ser bikevin. Divê em hemû bi hevre li pêvajoyê xwedî derkevin. Ev pêvajo ji bo 85 milyon kesan derbas dar. Niha li pêşiya me Tirkiyeyek riziya ye heye. Em ê aştiyê diyarî hemû gelan bikin. Dema têkoşîna hevpar mezinkirinê ye. Dema bidestxistina destkeftiyên demokratîk e. Ez bi hêviya em ê bi ser bikevin Kongreyê silav dikim.”