ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Çileya 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.

- Rewş û bûyerên li ser sînorê Efrînê diqewimin û êrîşên artêşa Tirk wê werin şopandin.

- Kongreya PYD'ê ya Ewropayê ku li bajarê Den Haag ê Hollandayê tê lidaxistin wê bê şopandin.

- Hat ragihandin, rejîma Îranê ciwanên bi navê Saro Qehremanî li Zindana Sinê û Alî Pûladî jî li Zindana Çalûsê bi sedema ku tevlî çalakiyên li welêt bûne bi êşkenceyê kuştiye. Bi vî awayî hejmara mirovên li zindanê bi êşkenceyê hatin kuştin bû 6 kes.

- Macer Gîfford (Baran Amed) ê li nava refên YPG'ê li Rojava şer kir, tevlî kongreya 9. a rêxistina PYD'ê ya Ewropayê bû û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide şoreşa Rojava.

- Besîme Konca: Ji aliyê îdeolojîk, polîtîk, olî û talankeriya aborî, êrîş li me tê kirin. Ji ber vê yekê em bang li jinan dikin ku di nava HDP'ê de siyasetê bikin. Êrîşa li me tê kirin, êrîşeke polîtîk e.

- Romannivîs û rojnamevanê Sûriyeyî Nebîl Milhim işaret bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku projeya Sûriyeya Demokratîk a Ocalan re ji bo tevahiya Sûriyeyê rêya çareseriyê ye û hemû pêkhateyan digire nava xwe.

- Golesorkhî ji aliyê gelek ciwanên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê ve weke Denîz Gezmîş ê Îranê tê binavkirin. Mîna wî li dadgehê bi xwînsarî tevgeriya û nehişt bê dadgehkirin. Lê wî bi xwe darizandin kir.