Kongreya PYD'ê ya Ewropayê di roja duyemîn de ye

9. Kongreya Rêxistina PYD'ê ya Ewropayê di roja duyemîn de bi nirxandina raporan dewam dike.

Kongreya 9. a Rêxistina PYD'ê ya Ewropayê ku duh li Hollandayê dest pê kir, di roja duyemîn de bi nîqaşên berfireh dewam dike.

Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Rojhilata Navîn û Ewropayê peyam ji kongreyê re şandin. Roja duyemîn a kongreyê bi giranî bi nîqaşên li ser rewşa navxweyî ya partiyê dewam dike.

Di beşa îro ya kongreyê de, raporên kar û malî yên 2 salan ên Rêxistina PYD'ê ya Ewropayê hatin xwendin û ji aliyê delegeyan ve hatin nirxandin.

Delegeyan bi giranî dan xuyakirin ku wan bi têrkerî nekarîne xwe bigihînin Rojavayiyên salên dawî koçî Ewropayê kirine, rêxistinbûna xwe zexm nekirine û nekarîne bi têrkerî bersivê bidin şoreşa Rojava.

Tê payin, kongre îro bi dawî bibe.