Şaredarê Cenevreyê: Divê Kurdistan azad be

Şaredarê Cenevreyê Rêmy Paganî di şeva Çanda Kurd de axivî û pêkanînên antî demokratîk ên dewleta Tirk şermezar kir. Paganî got, "Divê Kurd û Kurdistan azad bin."

Kurdistanî û dostên wan ên li kantona Cenevreyê ya Swîsreyê dijîn, di Şeva Çanda Kurd de li hev civiyan. Şev ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Cenevreyê û Navenda Mafên Mirovan a Kurd a Cenevreyê li salona Avanchetsê hate organîzekirin. Şaredarê Cenevreyê Rêmy Paganî, Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz, Hevşaredara Sûrê Fatma Şik û gelek Kurdistanî û Swîsreyî tevlî bûn.

Li salona şevê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin daliqandin. Şevê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna şoreşê dest pê kir.

Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Salih Saglam di destpêkê de axivî û diyar kir ku ji her demê bêhtir pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye. Saglam destnîşan kir ku Kurdistaniyên li Ewropayê divê piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna li Kurdistanê mezintir bikin.

PAGANÎ: DIVÊ KURDISTAN AZAD BE

Şaredarê Cenevreyê Rêmy Paganî piştre axivî û anî ziman ku ew kêfxweş e ji ber ku tevlî şeva Kurdan bûye û destekê dide wan. Paganî ragihand, mafê gelê Kurd e ku çarenûsa xwe diyar bike û divê piştgirî ji vê yekê re bê dayin. Şaredar Paganî got "Divê Kurd û Kurdistana azad bin."

Şaredar got, girîng e ku Kurdên li Cenevreyê dijîn piştgiriyê bidin têkoşîna li welatê xwe û destnîşan kir ku weke Şaredarê Cenevreyê wê timî bi têkoşîna rewa û mafdar a gelê Kurd re bin.

Paganî pêkanînên faşîzan ên dewleta Tirk ên li dijî HDP'ê rexne kir û got, "Cenevre navenda mafên mirovan e. Em ê bi vê sekna xwe li cem we bin. Bi me piştrast bin."

SARIYILDIZ: TI HÊZ NIKARE ME JI TÊKOŞÎNA ME VEGERÎNE

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz jî işaret bi girîngiya berxwedana ku li 4 çar parçeyan didome kir û anî ziman, gelê Kurd li her cihî ji bo azadiya xwe wê têbikoşe. Sariyildiz bal kişand ser pêkanînên faşîzan ên AKP û MHP'ê û destnîşan kir ku ti hêz wê nikaribe wan ji têkoşîna wan a azadiyê vegerîne.

Şev piştî axaftinan bi stranên Hozan Aydin, Seyda Perînçek, Mehmet Tûrna û Batiyar heta nîvê şevê dewam kir.