CÎK’ê li ser xirakirina şehîdgehan daxuyanî da

CÎK’ê êrîşa bi ser şehîdgehên Garzanê û Gimgimê de şermezar kir û got, "Li dijî wan ên ku çavên wan li gorên Kurdan jî bar nabe û hestiyên wan jî ji goran derdixin, goristanên wan xira dikin ti gotineke we nîn e?"

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) daxuyaniyeke nivîskî da û got bi destê dewleta Tirk xirakirina şehîdgehên Garzanê û Gimgimê, derxstina hestiyên mirovê mirî, tolhildana ji terman ji serdema cahiliyê maye.

CÎK’ê di daxuyaniyê de got li dijî vê hovîtiya di serî de li Garzanê û Gimgimê pêk hatî, ya bi destê destnimêjkaran diviya hemû alema Îslamê rabûya serpiyan, bang li wan misilmanên paqij kir ku hê baweriya xwe û wijdanê xwe ji dest nedane û got,’’Ti gotineke we li dijî van kirinan nîn e? Ti emelê we wê çênebe?’’

CÎK’ê bal kişande ser kirinên Erdogan û got, ‘’Firewnên bi destnimêj ên ku çavên wan goristanan jî bar nabin her roj kirineke dî ya dermirovî dikin, Erdogan û derdora wî ya ku alema Îslamê kirine gola xwînê, diyar dibe ku damezirînerê DAÎŞ’ê ne û kirinên wan ji yên DAÎŞ’ê xedartir, hovtir in û bi êrîşên li ser hestiyên mirovên mirî jî ev diyar kirine. CÎK’ê got tolhildana ji hestiyên mirovan û ji terman ji serdema cahiliyê maye.

‘GOTINEKE WE NÎN E?’’

CÎK’ê bi berdewamî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev kirinên Erdogan û dewleta Tirk kirinên Ebû Cehil, Firewn û Nemrûd in, muşrîkên ku êrîş bi ser pêxemberê Îslamê de dianîn, dema ku li qada şer dihatin kuştin, pêxember bi hevalên xwe re ew vedişartin û meydana şer berdidan.

CÎK’ê got ên ku çavên wan li mirî û hestiyên Kurdan bar nabin tiştek ji Îslamê wernegirtine û got, piştî ku ev êrîşa hovane ya li Bedlîsê û Gimgimê ji hêla destnimêjgirtiyan ve hate kirin diviya alema Îslamê rabûya qiyamê û got, ‘’Gelî Misilmanên dirûst ên ku hê bawerî û wijdanê xwe bi temamî ji dest nedane, li dijî van kirinên serdema cahiliyê ti gotinên we nîn in?’’

‘ERDOGAN Û TÎMA WÎ YA ZEBANIYAN JI BÊDENGIYÊ WÊREK DIBIN’

CÎK’ê bal kişande ser bêdengiya li dijî hovîtiya li ser goristanên Garzanê û Gimgimê û got, ‘’Erdogan û tîma zebaniyan ji we wêrek dibin, ew qasî ketine ku êrîşê bi ser hestiyên mirî û goristanan de dibin. Ên ku destekê didine vê zilmê û bêdeng dimînin, gelo ti têkiliya we bi dînê Allah re maye? Ti wateya nimêj, rojî û hecê ya wan kesan .û civakan ku ji Îslamê derketine, li cem Allah heye?’’

‘JI BO ZALIMAN BIJÎ DOJEH’

CÎK’ê herî dawî got, ‘’Gelê me yê hêja! Allah û Îslamê cîhada li dijî van derdorên hov û barbar ên dijminê Allah û Îslamê, têkoşîna li dijî van kiriye nesîbê we. Ev ji bo me azmûnek e. Ji bo ku em ji vê azmûna Îlahî serketî derbas bibin divê em bi dil û can bixebitin. Li her deverê divê Ebû Cehil, Firewn û Nemrût werin berterafkirin. Ji bo namûsa mirovahiyê û Îslamê li dijî van zaliman li her deverê divê em têbikoşin. Zalim nexwazin jî Allah wê nûra xwe temam bike. Ji bo zaliman bijî dojeh!’’