Polîsan êrîşî meşa bibîranîna Lûxembûrg û Lîebknecht kir

Li Berlînê polîsên Elmanyayê êrîşî meşa bibîranînê ya Lûxembûrg û Lîebknecht kir.

Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo serokên tevgera sosyalîst a Elman Rosa Lûxembûrg û Karl Lîebknecht meşa bibîranînê hate lidarxistin. Polîsan bi hinceta ku Kurdistaniyên  di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildane, êrîşî meşê kir.

Meşa bibîranîna Lûxembûrg û Lîebnecht li Frankfûrt Torê dest pê kir. Di 99’emîn salvegera her du şoreşgeran de ji gelên cuda gelek kes, sazî û partiyan piştgirî dan meşa bibîranînê.

Di meşê de flamayên ku wêneyên Rosa Lûxembûrg û yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz hate hildan a ku li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de hatibû qetilkirin û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Piştevaniya şoreşan’ hate qîrkirin.

Meclîsa Jinan a DEST-DAN Berlîn ku yek ji organîzatorên meşê û banga tevlîbûnê ji bo meşê kiribû di meşê de cih girt. Kurdistanî û kesên dijberî faşîzmê di heman kortejê de cih girtin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Sara,Rojbîn, Ronahî’ û’Jin Jiyan Azadî’ hate berzkirin.

Di axaftinan de hate gotin ku jinên Kurd ji berxwedan û têkoşîna Rosayan gelek tecrûbe girtine û wê vê mîrasa kevneşopiyê bidomînin. Di axaftinan de ev tişt hate diyarkirin; “Hêzên ku beriya 99 salan Rosa Lûxembûrg qetil kiribûn û hêzên ku beriya 5 salan Sara, Rojbîn û Ronahî qetil kirine, heman hêz in. Em kujerên komkujiyan dizanin û em ê hesab ji wan bipirsin.”

Polîsên Elman bi hinceta wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildane êrîşî girseyê kir û kesê ku wêne hildayî ji nava kortejê derxist.

Meş bi serdana gora her du serokan bi dawî bû.

Rosa Lûxembûrg û Karl Lîebnecht ku pêşengên tevgera sosyalîst a Ewropa û damezrînerên Partiya Komûnîst a Elman bûn û di 15’ê Çileya 1919’an de li Berlînê hatin binçavkirin û piştî êşkenceyê hatibûn qetilkirin.