Şîrîn Ebadî: Gelê Îranê daxwaza referandûmê dike

Ebadî li ser raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û got, gelê ku ji ber sedemên aboriyê dest bi çalakiyan kir û bi daxwazên siyasî çalakiyên xwe dewam kir, niha ji bo rêveberiyeke demokratîk referandûmê dixwaze.

Bandora raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dewam dike ku 28'ê Kanûna 2017'an li dijî xizanî û polîtîkayên zordar ên rejîmê dest pê kir. Parêzvana mafên mirovan a Îranê û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî, çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tên kirin ji ANF'ê re nirxand.

Ebadî işaret bi dîroka xurt a şaristaniyê ya Îranê kir û got, "Her wiha erdnîgariyeke gelekî dewlemend e. Hem ji aliyê nirxên şaristaniya madî, hem jî ji aliyê nirxên şaristaniya manewî ve welatekî dewlemend e. Tevî petrol, gaza xwezayî û bi dehan cure madenên binê erdê, welatekî ji 80 milyon mirovî pêk tê ku gel û cihêrengiyên cuda lê dijîn.

Sala 1979'an li Îranê şoreşek pêk hat û di dawiya vê şoreşê de Komareke Îslamî ava bû ku îro veguheriye dîktatoriyê. Li welêt niha ji aliyê zayend, mezheb û ziman ve newekheviyek heye. binpêkirina mafên mirovan gelekî zêde bûye, ku her roj di vê mijarê de raporên nû tên weşandin. Li gel vê yekê, gelên Îranê ji aliyê ramanî ve her bi pêş ve diçin. Tevî vê yekê jî mirov perwerdekirina zarokên xwe gelekî girîng dibînin. Nifşekî perwerdekirî heye."

Ebadî bal kişand ser polîtîka û destwerdanên Îranê li welatên herêmê û got, "Mixabin Îran bi binpêkirina qanûnên navneteweyî re bi hêsanî dest li karên navxweyî yên welatekî din werdide. Ji Iraqê heta Sûriyeyê, li gelek herêmên Yemenê dest li karên navxweyî werdide. Ji bo vê jî ji xwe re alîgiran peyda dike. Di çalakiyên dawî de gel bi rengekî vekirî nerazîbûna xwe ya ji vê yekê nîşan da û xwest, Îran destê xwe ji van cihan bikişîne."

Di dewama axaftina xwe de Şîrîn Ebadî bal kişand ser çalakiyên gel ên vê dawiyê li gelemperiya Îranê û Rojhilatê Kurdistanê pêk hatin û li ser armanca çalakiyan ev nirxandin kir:

"Gel dixwaze jiyana heyî biguherîne. Gel nema tiştekî ji rejîma Îranê hêvî dike. Tevî ku destpêkê bi dirûşmên ji bo sererastkirina rewşa aborî daket qadan jî, di demeke kin de dirûşmên li qadên çalakiyan qîriyan veguherîn dirûşmên ji bo reform û guhertinê. Gel niha jî daxwaza referandûmê dike. Gel dixwaze rêveberiya wan bi referandûmeke di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de diyar bike."

Ebadî li ser rewşa jinê ya di nava sîstemê û pêşengiya wê ya ji çalakiyan re got, "Piştî şoreşê, ji bo pêşî li mûxalefeta jinan were girtin, hin qanûnên taybet hatin dexistin. Zext û zordariya li jinan dihate kirin zêde bû. Ji xwe pirsgirêkên giştî yên gel hebûn, lê belê pirsgirêkên jinan ên ji ber nasnameyê zêdetir bûn. Di nava vê sîstemê de jî zextên li jinan tên kirin roj bi roj zêde dibin."

Şîrîn Ebadî bi bîr xist ku gelek rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan ên Îranî neçar mane li dîasporayê bijîn û got, "Dengê aştî û demokrasiyê yê gelê Îranê mixabin bi têrkerî li derve nayê bihîstin. Em dikarin dengê gel bigihînin cîhanê."