Rejîma Îranê du çalakgerên din bi êşkenceyê kuşt

Hat ragihandin, rejîma Îranê ciwanên bi navê Saro Qehremanî li Zindana Sinê û Alî Pûladî jî li Zindana Çalûsê bi sedema ku tevlî çalakiyên li welêt bûne bi êşkenceyê kuştiye. Bi vî awayî hejmara mirovên li zindanê bi êşkenceyê hatin kuştin bû 6 kes.

2 çalakgerên din ên di çalakiyên protestoyî yên li dijî xizanî û zordariya rejîma Îranê hatin binçavikrin, li zindanên Îranê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, ciwanê Kurd ê bi navê Saro Qehremanî (24) ku li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê hate binçavkirin, bi êşkenceyê li zindanê hate kuştin. Qehremanî beriya niha bi 10 rojan hatibû binçavkirin û li zindana Sinê bû. Hat ragihandin, hêzên rejîma Îranê duh bi telefonê li malbata Qehremanî geriyane û ji wan re gotine ku divê were cenazeyê kurê xwe rake.

Li zindana Çalûs a li wîlayeta Mazenderan a li bakurê Îranê jî, aktîvîstekî din hate kuştin. Ciwanê bi navê Alî Pûladî yê 26 salî ku li vê wîlayetê di çalakiyan de hate binçavkirin, li zindanê bi êşkenceyê hate kuştin.

Li gorî daneyên fermî, ji 28'ê Kanûna 2017'an dema dstpêkirina çalakiyên gel ên li gelemperiya Îranê, 22 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 hezar kes jî hatin binçavkirin.

Agahiyên li ser êşkenceya li binê çavan li girtiyan tê kirin, zêde bûne. 10 rojên dawî 6 kes bi êşkenceyê li zindanan hatin kuştin.

Çend roj berê Sîna Qenberî (23) li zindana Evîn a Tehranê, Mihmed Haydarî (22) li zindana Erakê û Mohsen Edelî (26) li zindana Dezfûl a li Ehwazê ji ber ku tevlî çalakiyan bûn bi êşkenceyê hatibûn kuştin.

Wekî din, yek ji parêzvanên mafên mirovan ên navdar li Îranê parêzer Nesrîn Stûda jî çend roj berê ji televîzyona Îran International re da xuyakirin ku 2 ciwan li zindanê bi êşkenceyê hatine kuştin.