ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 19'Ê ADARA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê adara 2018'an. -
Şehîdên Efrînê li Stuttgartê hatin bîranîn
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Stuttgartê çalakiyek li dar xist û şervanên di berxwedana Efrînê de şehîd bûn bi bîr anî. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li dijî dagirkeriya Tirk li Ewropa gel dadikeve qadan
Li gelek bajarên Ewropa Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê li qadan in û kolanan naterikînin. -
Li Fransayê Kurdistanî ji bo Efrînê dibistanan boykot dikin!
Hevserokatiya Konseya Demokratîk a Kurd ya Fransayê (CDK-F), ji ber dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê bang li Kurdistaniyan kir ku zarokên xwe neşînin dibistanan û dibistanan boykot bikin. -
Li Cenevreyê di 19’ê Adarê de greva birçîbûnê dest pê dike
Platforma Xwedîderketina li Efrînê, diyar kir ku wê ji bo Efrînê pêvajoyeke din a berxwedanê dest pê bike û ragihand ku wê di 19’ê Adarê de li Cenevreyê greva birçîbûnê ya bêdem dest pê bike. -
Li Stenbolê ji bo 3 şervanên YPG’ê konê sersaxiyê hate danîn
Li avahiya HDP’ê ya navçeya Bagcilar a Stenbolê ji bo 3 şervanên YPG’ê ku li EfrÎnê jiyana xwe ji dest dabûn, konê sersaxiyê hate danîn. Polîsan kesên beşdarî konê sersaxiyê bûn asteng kirin û nasname kontrol kirin. -
Şaxa Ciwanan a SP a Swîsreyê: Em dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl nakin
Şaxa Ciwanan a SP a Swîsreyê JUSO di civîna xwe ya salane de têkildarî Efrînê biryar stend û peyam da ku ‘Em ê tu carî dagirkeriyê qebûl nekin’. -
NAV-DEM: Çalakiyên me wê şev û roj bidomin
Hevserokatiya NAV-DEM’ê li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê daxuyanî da û bang kir ku ew ê li her derê şev û roj çalakî were lidarxistin. -
Li Selanîkê protestoya Efrînê
Li Selanîkê ya Yewnanîstanê êrîşên dagirker ên ser Efrînê hatin şermezarkirin. -
Li Danîmarkayê Newroz hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li Danîmarkayê dijîn li paytext Kopenhagenê, bi dirûşma, 'Her der Efrîn e, her der berxwedan' Newroz pîroz kirin. -
Li Erzîngan û Tarsûsê êşkenceyê li girtiyan dikin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Erzînganê û Tîpa T a Tarsûsê ya bi Nimroya 2 diyar kirin ku zext û zordariyê û êşkenceyê li wan dikin. -
Keştî noqî avê bû: 14 koçber mirin
Li Derya Egeyê keştiyek ku koçber tê de bûn noqî avê bû. Di bûyerê de 14 kes mirin. -
3 girtî di greva birçîbûnê de ne
Sê girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Karamanê ku serjimartina li ser piyan qebûl nekirin, ev 6 roj in di greva birçîbûnê de ne. -
Dagirker li Swêdê hatin şermezarkirin
Dewleta Tirk a dagirker li bajarên Göteborg û Västerås ên Swêdê bi çalakiyan hate şermezarkirin. -
Newroza li Ticino û Delémontê diyarî berxwedana serdemê hate kirin
Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Lugano yê Kantona Ticino ya Swîsreyê diyarî berxwedana serdemê ya li Efrînê hate kirin. Li Delémontê jî Newroz hate pîrozkirin. -
Partiya Keskan: Ev bêdengiya li ser Efrînê divê êdî biqede
Partiya Keskan a Elmanyayê ji NATO'yê xwest, ji bo nirxandina êrîşên giran ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bicive. Hevseroka Partiya Keskan Annalena Baerbock got, "Ev bêdengî divê êdî biqede." -
Li Konsolosxaneya Elman a li Giritê çalakiya ji bo Efrînê
Li Konsolosxaneya Elman a li girava Giritê ya Yewnanîstanê, komek ji aktîvîstîan ji bo destekê bidin berxwedana Efrînê çalakiya bê îteatiya sivîl kirin. Komê ji konsolosxaneyê faks/e-mail ji Merkel û wezîran re şand. -
'Di hevaltî û pêşengtiyê de mirovekî mînak bû'
Hevrêyên fermandarê berxwedana Sûrê Çiyager ku gotina "Encam çi dibe bila bibe wê mûhteşem be" li rûpelên zêrîn ên dîroka gelê Kurd nivîsandin, qala wî kirin. -
Ji ber ku ji Başûrê Kurdistanê ye nehiştin bê Tirkiyeyê
Kurdistaniyê bi navê Kardo Shakir Mustafa Hamid ku ji bo tevlî Newroza Amedê bibe xwest bê Tirkiyeyê, bi îdîaya "tirsnak e" nehiştin bê Tirkiyeyê. Mustafa Hamid got, "Ez baş pê zanim ku sedema vê yekê Kurdbûna min e." -
Komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê tên şermezarkirin
Komkujiyên ku bi destê dewleta Tirk li Efrînê têne kirin, li gelek bajarên Ewropayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hatin şermezarkirin. -
Piştî ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir DAÎŞ ji nû ve zindî bû
DAÎŞ ku li Iraq û Sûriyeyê li ber tinebûnê bû, piştî ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir li herêmê ji nû ve zindî bû. -
ROJEVA 18'Ê ADAR 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Adara 2018'an. -
Li Baselê meş: Gel li hember qirkirinê bêdeng namîne!
Bi hezaran kesên li Baselê meşiyan Berxwedana Serdemê silav kirin, êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê ya li ser Efrînê protestokirin. -
Fransiyan ji bo Efrînê kampanyayek da destpêkirin
Siyasetmedarên Fransî, parêzer û parêzvanên mafê mirovan, li dijî êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê dest bi kamapanyayekê kirin.