Li Fransayê Kurdistanî ji bo Efrînê dibistanan boykot dikin!

Hevserokatiya Konseya Demokratîk a Kurd ya Fransayê (CDK-F), ji ber dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê bang li Kurdistaniyan kir ku zarokên xwe neşînin dibistanan û dibistanan boykot bikin.

CDK-F, bi banga  “Kurd û dostên wan ên li Fransayê dijîn” got ku “Em ji bo Efrînê, dibistanan boykot dikîn”

CDK-F’ê bi bîr xistt ku êrîşên dagirkeriyê yên Tirk di roja 58’an de didome û  wiha got; “Hêzên dagirker ên Tirk dixwaze gelê Kurd ji xakên wan derbixe û qirkirinekê pêk bînin.”

Banga CDK-F wiha ye; “Gelê Efrînê li hemberî hemû êrîşan li ber xwe da û cihê xwe bi çi awayî ji dewleta Tirk û çeteyên wê re nehêla. Li hemberî vê berxwedana mezin, hêzên dagirker ên Tirk hemû gund û bajarên me talan dike û mirovên me qetil dike.

Bi hezaran zarokên li Kantona Efrînê dijîn êdî  bê av û bê nan mane. Pêşeroja wan ji binî hate tunekirin. Zarokên Efrînê ne tenê di aliyê fîzîkî de tên qetilkirin di heman demê de di aliyê ziman û çandê de jî tên qetilkirin.”

EM HEMÛ EFRÎNÎ NE

Di dawiyê de wiha tê gotin; "Ji bo sekinandina vê qetlîamê, ji bo parçekirina bêdengiya cîhanê a li hemberî Efrînê, dengê xwe bigihînîn zarokên Efrînî û bibîn dengê zarokên hatine qetilkirin. Em dibêjîn “Em hemû Efrînîn e!. Di 20’ê Adarê  roja Sêşemê, em zarokên xwe naşînin dibistanan! Em dibistanan boykot dikin.”