Keştî noqî avê bû: 14 koçber mirin
Li Derya Egeyê keştiyek ku koçber tê de bûn noqî avê bû. Di bûyerê de 14 kes mirin.
Li Derya Egeyê keştiyek ku koçber tê de bûn noqî avê bû. Di bûyerê de 14 kes mirin.
Li Derya Egeyeê, danê vê sibehê keştiyek ku koçber tê de bûn li nêzî Girava Agathonisi ya Yewnanîstanê noqî avê bû.
Li gorî agahiyan, 14 kesan jiyana xwe ji dest dan ku çar jê zarok in.
Hêzên ewlekariya peravyî çûn cihê bûyerê û bi helîkopterekê û keştiyeke frontexê dest bi karê rizgarkirinê kirin.