ROJANE
Hemû Nûçe
-
Expressen: Li Efrînê wê ev pitik bimirin
Expressen a li Swêdê yek ji rojnameya herî xwedî tîraj e, ragihand ku di encama bomberdûmana balafirên şer ê artêşa Tirk 13 pitikên ku zû ji dayik bûne, bi metirsiya mirinê re rû bi rû ne. -
Li Siwêdê ji bo piştgiriya Efrînê 23 kîlometre meşiyan
Kurdistaniyên ku li navçeya Gavle ya Siwêdê konê agahdarkirinê vedan, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê meşek 23 kîlometre dirêj lidar xistin. -
Partiya Çep a Swêdê: Divê li Efrînê pêşiya qirkirinê were girtin
Rayedarên Partiya Çep a Swêdê bi pêşniyaznameyên ku dane parlementoyê û bi daxuyaniyên ku dane çapemeniyê hişyariyê dikin, dibe ku dewleta Tirk û çeteyên OSO li Efrînê komkujiyekê pêk bînin. -
Parlementoya Ewrûpayê ji Tirkiyeyê xwest bila ji Efrînê derkeve
Pêşnûmaya biryaran a Parlementoya Ewrûpayê ya têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê hate erêkirin. Di pêşnûmayê de banga ‘Ji Efrînê derkeve’ li Tirkiyeyê hate kirin. -
Li Swêd û Norveçê ji bo Efrîn li kolan in
Li bajarê Goteborg ê Swêd û Stavanger ê Norveçê ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hikûmeta Tirk û Rûsya hatin protestokirin, berxwedan hate silavkirin. -
Sydneyê piştgirî da Efrîn: Lezgîn bikevin nava tevgerê!
Li Sydneyê ji bo Efrînê civîneke ya çapemeniyê hate lidarxistin, li dijî qetlîamên dewleta Tirk a dagirker banga lezgîn a ketina tevgerê hate kirin. -
Li Tribûnala navneteweyî şahid têne guhdarîkirin
Li paytexta Fransayê Parîsê, li Tribunala Navneteweyî (Dadgeha Gel a Domdar) şahid têne guhdarîkirin. -
Kurdên li Rûsyayê ji bo Efrînê li ser piyan e
Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan şermezar dikin. -
Rêveberiya HDP'ê: Em ê agirê Newrozê ji bo Efrînê dadin!
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê diyar kir, ku bi Efrînê re bêhtir eşkere bûye ku koalîsyona AKP-MHP'ê dijminê Kurdan e û destnîşan kir ku wê agirê Newrozê îsal ji bo gelê Efrînê dadin. -
Dewleta Tirk li Parîsê tê darizandin
Tribunala Navneteweyî ya ku dewletaTirk û rayedarên wê lê tên darizandin li Parîsê dest pê kir. -
KCDK-E plansaziya Newrozê eşkere kir
KCDK-E destnîşan kir ku pîrozbahiyên îsal ên Newrozê gelekî girîng in û ji bo serketina Efrînê banga tevlîbûneke xurt kir. -
Li Fransa û Îtalyayê kampanya Heyva Sor a ji bo Efrînê
Kampanyaya saziyên Kurdan ên ji bo Efrînê ji Japonyayê heta Kanadayê li gelek welatan didome. -
Kurdên li Elmanyayê ji bo Efrînê şev û roj li ser piyan e
Li bajarên Munchen, Frankfurt û Salzgitterê yên Elmanyayê bi şev û roj çalakî tên lidarxistin. -
Li ber NY, PE, YE û NATO'yê wê ji bo Efrînê çalakî werin kirin
Platforma Xwedîderketina li Efrînê, li dijî êrîşên li ser Efrînê ji bo ku hêzên navneteweyî tevbigerin biryara rêze çalakiyan da. Wê li ber Neteweyên Yekbûyî (NY), Parlamenta Ewropayê (PE), NATO û Yekîtiya Ewroapyê (YE) çalakî bên kirin. -
Kalkan: Divê em Kongreya Demokrasiyê ya global kom bikin
"Gotinên 'Hevgirtina navneteweyî' yan jî 'enternasyonalîzm' pir giştî ye, şîlo ye. Divê em vê berbiçav bikin. Ev jî bi Kongreya Demokrasiyê ya Dinyayê, bi rêxistiniya vê ya bi asta herêmî û global dibe." -
Bayık: Newroz îsal wê Newroza berxwedana Efrînê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayık got, Newroza îsal wê bi berxwedana Efrînê re bibe yek û bang li her kesî kir ku dakevin qadan. -
Dîplomatên Tirk tevî MÎT'ê xwestin kesekî birevînin
Dîplomatên Tirk ên li Swîsreyê wezîfedar in, bi belgeyan eşkere bû ku mîna çeteyan bi MÎT'ê re dixebitin. -
Kurdistanî ji bo Efrînê li qadan e
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker dest bi bomberdûmana li ser navenda bajarê Efrînê kir, Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn çalakiyên xwe zêde kirin. -
Çapemeniya cîhanê: Li Efrînê rîska felaketa însanî heye
Çapemeniya cîhanê cihekî berfireh da êrîşên leşker û çeteyên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û ragihandin ku ji ber bomberdûmanê li Efrînê li ser bi sed hezaran mirovî rîska felaketeke însanî heye. -
Daxuyaniya Die Linke li ser Newroza Hannoverê ya 17'ê Adarê
Alîkarê Hevserokên Giştî yên Partiya Çep a Elman (Die Linke) Tobias Pflüger daxuyaniyek weşand û kêfxweşiya xwe anî ziman, ji ber ku Dadgeha Îdareyê destûr daye pîrozbahiya Newrozê ya navendî ya li Elmanyayê. -
Li pêşiya Wezareta Karên Derve çalakiya ciwanên Swîsreyî
Ciwanên Swîsreyî li ber Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê çalakiya bê îteatiya sivîl kirin û pirsa "Hûn ji bo Efrînê çi dikin?" li rayedaran kirin. -
Çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo Efrînê dewam dikin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo şermezarkirina bomberdûmana artêşa Tirk a li ser navenda Efrînê ku gelek sivîl kuşt, daketin qadan. -
Gelê Kurd ji bo Efrînê daket qadan
Qetlîamên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê li gelek bajarên Ewrûpayê tê protestokirin. -
Tunç li NY axivî: Efrîn dewama Mereşê ye
Nivîskar Aziz Tunç li NY axivî û got ku êrîşên dewleta Tirk bi ser Efrînê dewam Komkujiya Mereşê ye. -
Li Parlementoya Fransayê civîna li ser Efrînê
Li Parlementoya Fransayê têkildarî êrîşên li ser Efrînê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Laurent di civîna çapemeniyê de axivî û got, “Em dixwazin Serokkomar û wezîrê karê derve înîsiyatîfê bistîne.”