Partiya Keskan: Ev bêdengiya li ser Efrînê divê êdî biqede

Partiya Keskan a Elmanyayê ji NATO'yê xwest, ji bo nirxandina êrîşên giran ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bicive. Hevseroka Partiya Keskan Annalena Baerbock got, "Ev bêdengî divê êdî biqede."

Zexta mûxalefetê ya li ser hikumeta Merkel zêde dibe ku li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bêdeng e û bi rejîma Erdoğan re bazirganiya çekan dike. Hevseroka Partiya Keskan Annalena Baerbock ji hikumeta federal xwest ku dawî li bêdengiya xwe bîne.

Baerbock diyar kir, dwleta Tirk bi êrîşa li ser Efrînê re hiqûqa navneteweyî binpê dike û ji bo dawî li êrîş û komkujiyên li herêmê were anîn ji hikumeta Merkel xwest ku li nava NATO û Yekîtiya Ewropayê bikeve nava liv û tevgerê.

Hevseroka Partiya Kesk ji NATO'yê xwest ku bi rojeva Efrînê civîneke taybet li dar bixe û got, "Ji bo ev civîn pêk were divê Elmanya bangê bike." Baerbock destnîşan kir ku di serî de bombekirina nexweşxaneya li Efrînê bomberdûmana artêşa Tirk a li ser sivîlan tê wateya binpêkirina qanûnên navneteweyî û wiha dewam kir:

"Erdoğan anî ziman ku tevî Efrînê wê herêmê din ên Kurdan jî bixe bin kontrola Tirkiyeyê. Li dijî vê yekê divê NATO bikeve nava liv û tevgerê. Ji ber ku Tirkiye welatekî endamê NATO'yê ye. Rawestandina vn êrîşan jî wezîfeya NATO'yê ye. Sûcê şer sûcê şer e, kî dike bila bike, divê pêşî lê bê girtin." Baerbock bang li hikumeta Merkel kir ku ambargoya çekan deyne ser Tirkiyeyê.

Çend roj ber ê di rûniştineke Meclîsa Federal a Emlan de partiyên hikumetê û mûxalefetê bangên bi heman rengî kiribûn, lê belê rêveberiya Merkel hê jî li ser Efrînê bêdeng e.