Komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê tên şermezarkirin

Komkujiyên ku bi destê dewleta Tirk li Efrînê têne kirin, li gelek bajarên Ewropayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hatin şermezarkirin.

Komkujiyên ku bi destê dewleta Tirk li Efrînê têne kirin, li gelek bajarên Ewropayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hatin şermezarkirin.

TOULOUSE: Li bajarê Toulouse yê Fransayê, bi pêşengiya komîteya "Haute Garonne ya li dijî faşîzmê" meşek hate organîzekirin. Nêzî hezar kes tevlî meşê bûn û komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike şermezar kirin. Di dawiya meşe de belavoka Desteya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê hate xwendin.

LA ROCHELLE: Li bajarê la Rochelle yê Fransayê, Kurdistanî ji bo Efrînê li Place de Gabut bi qîrîna dirûşmên "Efrîn bi tenê nîne", "Kujer Erdoğan" qîriyan û li ser komkujiyên li Efrînê belavok belav kirin.

LORIENT: Kurdistaniyên li bajarê Lorient ê Fransayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirin û dagirkirina Efrînê tevî dostên xwe li navenda bajêr standa agahdarkirinê vekirin. Koma muzîkê ya Lorient Bretegna jî serdana standê kir.

PARIS: Li paytext Parisê Kurdistaniyan û dostên wan komkuijyên ku dewleta Tirk li Efrînê li sivîlan dike şermezar kirin. Çalakiya ku bi pêşenigya Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Parisê ve hate organîzekirin bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Girseya gel tevî ku berf dibariya jî li meydana Republique li hev civiya û bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdoğan, hevkar Ewropa", "Bijî berxwedana Efrîne" meşiyan. Di dawiya meşê de li meydana Chatletê mîtîngek hat lidarxistin. Nûnerên platformê bêdengiya welatên Ewropayê şermezar kirin.

RENNES: Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê dijîn tevî dostên xwe yên Breton ji bo Efrînê çalakiyek li dar xistin. Bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn û pankartên bi nivîsa "Terorîst Putin", "Terorîst Erdoğan hevkar Neteweyên yekbûyî û NATO" hatin hildan. Di dema çalakiyê de 3 kesên ji Komîteya Piştevaniya Efrînê bi Waliyê Rennesê re rûniştin û dosyayek pêşkêş kirin.

MONTPELLIER: Li bajarê Montpellier ê Fransayê, bi sedan kes li Parka Peyrou Pitotê li hev civiyan û tevî dostên xwe ber bi meydana Comedie ya li navenda bajêr meşiyan. Di meşê de belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin. Tevî nûnerên partiyên çep ên Fransayê Ensembles, France Insoumise, Parti Communiste, Nouveau Parti Anticapitaliste, Alternative Libertaire, Coordination des Groupes Anarchistes gelek Fransiyan destek dan çalakiyê. Qisekeran gotin, Efrîn û şoreşa Rojava bûye çavkaniya îlham û hêviyê ji bo mirovahiyê re û destnîşan kirin ku gelê Fransayê wê piştgiriya xwe ya ji bo Rojava bidomîne.

MARSILYA: Li bajarê Marsilya yê Fransayê, li ber Konsolosxaneya Rûsyayê çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin. Bi dehan kes tevlî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsa "Erdoğan ê faşîst paqijiya etnîkî dike", "Erdoğan kujerê zarokan e", "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye", "Kujer Erdoğan-hevkar Ewropa" hildan.

TORONTO: Endamen Komeleya Kurd a Toronto û Federasyona Kurd a Demokratîk a Kanadayê bi lîderê partiya mûxafazakar Andrew Scheer re rûniştin. Rojeva vê hevdîtinê Efrîn bû. Hevserokê federasyonê Gürkan Ormangören di hevdîtinê de qala êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê kir û anî ziman ku ji ber êrîşan bi sedan sivîl mirine. Herî dawî bombekirina nexweşxaneya Avrînê bi bîr xist û ragihand, ya tê kirin li dijî mafên mirovan ên gerdûnî ye. Ji endamên partiya mûxafazakar xwest ku komkujiyên li Efrînê tên kirin bixin rojeva parlamentê. Lîderê partiya mûxalefeta bingehîn Andrew Scheer jî diyar kir ku ew rewşa li Efrînê ji nêz ve dişopînin û karên xwe yên di vê derbarê de didomînin.

FLORANSA: Li bajarê Floransa yê Îtalyayê Kurdistanî û dostên wan meşiyan û êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kirin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin. Ji bo rawestandina komkujiyan bang kirin.

ROMA: Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan li paytexta Îtalya Romayê ji aliyê Ciwanên Azad ve hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdoğan", "Efrîn bi tenê nîne" hatin qîrîn û hate gotin ku wê berxwedana Efrînê li her cihî nîşan bidin. Endamên Ciwanên Azad danê êvarê jî çalakî kirin.

TORINO: Kurdistanî tevî dostên xwe li Piazza Carlo Felice ya bajarê Torinoyê li hev civiyan û bi meşeke dirêj komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin şermezar kirin. Di çalakiyê de dewletên Ewropayê jî hatin şermezarkirin ku bi çekên wan li Efrînê Kurd tên kuştin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, gelek rêxistinên çep ên li dijî faşîzm û nîjadperestiyê meşek organîze kirin. Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê tevlî meşê bûn. Di meşê de ku bi hezaran kes lê amade bûn, alên TEV-DEM'ê, YPG/YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna û wêneyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin hatin hildan.

TIROL: Li eyaletên Tirol û Voralbergê yên Awûstûryayê, ji bo Efrînê meş hatin organîzekirin. Kurd û dostên wan li paytexta Tirol Innsbruckê û li paytexta Voralberg Bregenzê meşiyan. Di çalakiyan de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Kujer Erdoğan" û "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

GRAZ: Kurdistanî û dostên wan ji bo komkujiyên li Efrînê şermezar bikin, li bajarê Graz ê Awûstûryayê derketin qadan. Çalakgerên li Griesplatzê li hev civiyan heta Hauptplatzê meşiyan û hevkariya Ewropayê ya ji bo dewleta Tirk hate şermezarkirin.

TRONDHEIM: Ji bo şermezarkirina dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, li bajarê Trondheim ê Norwêcê çalakî hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li ber stada bajêr a Lerkandalê li hev civiyan, tevî pankartên bi nivîsa "Efrîn bi tenê nîne", "Dawî li qirkirina li Efrînê bînin", "Efrînê biparêze" hovîtiya dewleta Tirk şermezar kirin. Bi navê Platforma Piştigriya Berxwedana Efrînê Aso Amedyan axivî û bi bîr xist ku di bomberdûmana duh de li nexweşxaneya Efrînê bi dehan sivîl mirine. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" qediya.

ULTRECHT: Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê li bajarê Utrecht ê Hollandayê bi pêşengiya Ciwanên Azad ve hate şermezarkirin. Bi vê armancê li stasyona navendî çalakiya bê îteatiya sivîl hate lidarxistin. Çalakger piştre ber bi navenda bajêr ve meşiyan û dawî li çalakiya xwe anîn.