Piştî ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir DAÎŞ ji nû ve zindî bû

DAÎŞ ku li Iraq û Sûriyeyê li ber tinebûnê bû, piştî ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir li herêmê ji nû ve zindî bû.

Çeteyên DAÎŞ'ê li gelek gund û bajarokên Mûsil û Kerkûkê ji nû ve zindî bû.

Beriya ku dewleta Tirk dest bi êrîşên xwe yên ji bo dagirkirina Efrînê bike, ji ber operasyonên li bajar û navçeyên Mûsil, Kerkûk, Hewîce, Enbar û Beycî yên Iraqê û Tebqa, Reqa, Dêra Zor û gelek bajar û navçeyên Sûriyeyê DAÎŞ hate ber tinebûnê. Koalîsyona navneteweyî û hikumeta navendî ya Iraqê di demên cuda de li ser mijarê daxuyanî dabûn.

KADIR: DEST BI ÊRÎŞAN KIR

Piştî ku Tirkiyeyê dest bi êrîşên li ser Efrînê û komkujiyan kir, DAÎŞ li Mûsil, Kerkûk, Xaneqîn û gelek deverên din ên Iraqê ji nû ve kete nava liv û tevgerê. Li dijî hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî dest bi êrîşan kir.

Midûrê polîsan ê nehiya û bajarê Kerkûkê yê berê yê PDK'yî Serhad Kadir li ser jinûve zindîbûna DAÎŞ'ê li herêmê ev agahî da: "Liv û tevgera DAÎŞ'ê ya li nehiya Reşadê û gundê Zerge yên navçeya Daqûqê zêde bûye. Endamên rêxistinê bi roj xwe vedişêrin, bi şev jî li nava gel digerin."

Kadir diyar kir ku DAÎŞ'ê beriya niha bi demeke nêz li gundên Elbû Mûhammed û Xede êrîşî hêzên Iraqê kir û ji nehiya Reşadê ya Xaneqînê heta bi Çiyayê Hemrîn û Geliyê Xenazirê 20 endamên Heşdî Şabî hatin kuştin, li nehiyeyên Abasî û Zabî jî bi şev êrîş kirin.

'LI HERÊMEKE BERFIREH...'

Kadir anî ziman li gundên Riyaz, Medîne û Zerbatê jî çeteyên DAÎŞ'ê hatine dîtin û got, "Di êrîşeke dijî rêxistina polîsan de albay Fazil û hin parêzvanên wî jiyana xwe ji dest dabûn."

Ji rayedarên Rêxistina Polîsan a Kerkûkê Kawe Mela Perwîz jî li ser jinûve zindîbûna DAÎŞ'ê li herêmê ev agahî da: "Li nehiyeyên Reşad, Hewîce û Riyazê gelek endamên DAÎŞ'ê hene. Tevî vê yekê li aliyê Rodhane û Kodere jî endamên rêxistinê hatin dîtin. Endamên DAÎŞ'ê li her herêma lê ne êrîşî hêzên Iraqê û Heşdî Şabî dikin."

LI DERDORA HEWÎCEYÊ 2 HEZAR DAÎŞ'Î HENE

Tê gotin, piştî ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê kiri DAÎŞ ne tenê li derdora Mûsil û Kerkûkê, her wiha li Hewîce û herêmên din jî hatiye dîtin. Kadir li ser çeteyên DAÎŞ'ê yên li derdora Hewîceyê ji nû ve tê dîtin wiha got, "Li gorî îstîxbarata gihîşte ber destê me li Hewîce û derdora wê bi qasî 2 hezar DAÎŞ'î perwerdeyê dibînin."

Kadir ragihand, li derdora Hewîceyê tevî DAÎŞ'ê şanên razayî yên komên radîkal ên weke Nakşîbendî, El Qaîde û Raşîdîn hene.

Kadir diyar kir DAÎŞ li herêmê careke din dibe xeteriyeke mezin û got, "Dibe ku DAÎŞ li herêmê ji nû ve derkeve holê. Yên dihatin Kerkûkê ji aliyê hêzên ewlekariyê bi xurtî dihatin lêpirsîn. Li ser gumanbaran agahî dihatin komkirin û ji saziyên pêwendîdar re dihatin ragihandin. Demekê li kampan û wargehên din di bin kontrolê de bûn. Lê belê di rewşa heyî de dibe ku terorîst firsendê bibînin û êrîşî Kerkûkê bikin."

ASÎ: DAÎŞ JI NÛ VE GEFÊ LI HERÊMÊ DIXWE

Endamê Komîsyona Ewlekariyê ya Bajarê Kerkûkê Bûrhan Asî ragihand, DAÎŞ li Mûsil, Kerkûk û gelek herêmên din ên Iraqê ji nû ve zindî bûye û destnîşan kir ku hêzên Iraqê divê bêyî dereng bimînin li herêmê li dijî çeteyên mayî operasyonê bikin. Asî got, "Êrîşkarên çekdar ên navborî gefê li Kerkûk û Selahaddînê dixwin."

Asî li ser cihê ku çeteyên DAÎŞ'ê ji nû ve lê tên dîtin got, "Li rojavayê Kerkûkê li hin herêman belav bûne. Divê hêzên ewlekariyê bi operasyoneke berfireh herêmê paqij bikin."

Beriya ku êrîş û komkujiya li Efrînê dest pê bikin, Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî berî 3 mehan gotibû ku Iraq bi temamî ji DAÎŞ'ê paqij bûye.