Bandora germahiya global a li ser qeşayê gelekî zêde ye

Li gorî lêkolîneke navneteweyî ya li kovara Science hate weşandin, germahiya global di asta îro de bimîne jî ji sedî 40 ê qeşaya heyî dibe ku bihele.

GERMAHIYA GLOBAL

Li gorî lêkolîna ku 21 zanyaran li deh welatan bi heyşt modelên cuda yên qeşayê bi kar anîn, polîtîkayên avhewayê yên heyî cîhanê dixe nava rêyeke germahiyê ya ji 2.7 pileyî. Bi vê senaryoyê re zêdeyî 75 ji sedî yê kutleya qeşayê ya global wê bihele. Germahiya global di asta armanca 1.5 pileyî ya Peymana Parîsê de bimîne jî bi qasî nîvê kutleya giştî ya qeşa (ji sedî 54) ê bê parastin.

Ji nivîskarên hevpar ê lêkolînê Doç. Dr. Harry Zekollari yê ji zanîngeha Virje ya Brukselê got, "Biryarên ku em îro didin wê aqûbeta sedan salî ya qeşayê diyar bikin." Nivîskar Dr. Lilian Schuster jî anî ziman ku qeşa nîşaneya herî şênber a guherîna avhewayê ye û got, "Rewşeke gelekî metirsîdar heye ku ji tabloya li çiyê jî girantir e."

DANEYÊN DERKETIN HOLÊ

Alp ên Ewropayê, Rokies ên Rojavayê Kanadayê/Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îzlanda bi germahiya ji 2 pileyî re dikare ji sedî 85 heta 90 ê kutleya qeşaya xwe winda bikin.

Skandînavya jî di vê astê de dibe ku bi temamî bê qeşa bimîne.

Qeşa li herêma Hindu Kuş-Himalaya di senaryoya 2 pileyî de dibe ku li gorî sala 2020'î ji sedî 75 ê kutleya xwe winda bikin; ev windahî jî dikare bandorê li çavkaniya avê ya 2 milyar mirovî bike.

Li kembera ekvatorê jî weke li And ên Tropîk, Rojhilatê Efrîkayê û Endonezyayê di halê hazir de di asteke girîng de heliyane.