Li Baselê meş: Gel li hember qirkirinê bêdeng namîne!

Bi hezaran kesên li Baselê meşiyan Berxwedana Serdemê silav kirin, êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê ya li ser Efrînê protestokirin.

Parlementera SP’ê Ursula Merztger a di çalakiyê de axivî got: “Li Efrînê sûcê şer û mirovahiyê tê kirin” bang li hêzên navneteweyî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bikeve nava tevgerê.

Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijin, li dijî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê li kolanan bûn. Îro jî bi hezaran welatiyên li bajarê Basel ê Swîsreyê kom bûn bi meş û mîtîngekê êrîşên qirker ên dewleta Tirk protestokirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bikevin nava tevgerê.

NERAZÎBÛN NÎŞANÎ BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ HATE DAYÎN

Meşa ku bi pêşengiya Platforma Piştgiriya bi Efrînê ya Swîsreyê ve hate lidarxistin li gel rêxistinên sosyalîst-çepgir ên Swîsreyê rêxistinên anarşîst Parlementerê Kantonê yê Partiya Sosyalîst Mustefa Atici Ursula Mertzger, siyasetmedarê Swîsreyî Thomas Kessler û gelek siyasetmedar tevlî bûn.

Bi hezaran kesên li Kylbeckstrassel a Baselê bi pankartên “Her der Efrîn e, her der Berxwedan e”, “Qetlîamên li Efrînê rawestînin” û “Kujer Erdogan” kom bûn, ji Barfusserplatzê meşek lidar xistin. Di meşê de tim dirûşmên dilsoziya bi Berxwedana Serdemê re hatin qîrkirin, nerazîbûn nîşanî hêzên navneteweyî yên li dijî qetlîamên li Efrînê hê jî bêdengin.

HEWLDANA PROVAKASYONAN

Di dema meşê de komek ji enamên UETD a Swîsre ku rêxistina AKP’ê ya Ewropayê ye xwestin provakasyonan bikin. Koma ku li dijî meşê dirûşmên faşîst qîr kirin, demkî aloziyek derket.

MERZTGER: SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN

Piştî meşê di mîtînê de destpêkê Parlementera Partiya Sosyalîst a Kantona Baselê Ursula Mertzger axivî û êrîşên qirker ên dewleta Tirk şermezar kir. Mertzger bibîr xist ku artêşa Tirk li Efrînê sûcên şer û mirovahiyê dike, diyar kir ku bêdengiya Ewropa ya li hemberî dewleta Tirk nayê qebûlkirin.

Mertzger destnîşan kir ku divê piştgiriya bi gelê Kurd re bê xurtkirin û wiha got: “Dewleta Tirk a ku îro dixwaze gelê tine bike, li dijî DAIŞ’ê bedel dane, şer kirine û nirxên Ewropa parastine. Mixabin Kurdên ku wê rojê hatin destkkirin, îro tên qetilkirin, lê em bêdeng namînin.”

MİNTAŞ: EM QADAN NA TERIKÎNÎN

Piştî Mertzger, Hevserokê NCDK-Swîsre Metîn Mintaş mafê axaftinê girt, bi bîranîna Halepçê dest bi axaftinê kir û got; ‘Erdogan îro wek Saddam qetlîamên li ser Kurdan rewa dibîne.’ Wê dawîya Erdogan jî weke ya Saddam be.” Mintaş wiha dewam kir: “Em weke gelê Kurd heta êrîşên li ser Efrînê dewam bikin em qadan bernadîn, bila vê yekê hemû baş bizanin.”

TŞYG:DIVÊ GEL BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN

Piştî Mintaş, di axaftina ku li ser navê Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûya Gelan (TŞYG) hate kirin de, salvegera damezrandina TŞYG hate silav kirin, hat diyarkirin ku divê gel li hemberî polîtîkaya Erdogan a qirkirinê berxwedana xwe mezin bikin.

Piştre çalakî bi dirûşman bi dawî bû.