ROJEVA 19'Ê ADARA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê adara 2018'an.

- Berxwedana li Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk derbasî qonaxeke nû bû. YPG/YPJ'yiyan ragihandin ku wan dest bi şerê bi rêbaza gerîla kirine. Hêzên Tirk jî piştî ku ketin nava bajêr yekser dest bi talan û hilweşandinê kirin. Li gelek cihî şer diqewime.

- Li gelek herêmên cîhanê ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk çalakî hatin lidarxistin. Saziyên Kurdan bang kirin ku li her roj li her derê çalakî bên kirin.

- Li Fransayê, nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, akademîsyen, hunermend û parêzvanên mafên mirovan bi sernavê 'Em Efrînê rizgar bikin' bang kirin.

- Li ser kuştina sê şoreşgerên Kurd li Parîsê careke din gilî hate kirin û hate xwestin ku lêpirsîn bidome.

- Girtiyê nexweş Selami Keleş ku du sal in nexweşê epilesi ye, piştî ku serî li AYM'ê da hate tedawîkirin. Lê belê rewşa Keleş giran bûye û bi tena serê xwe nikare li ser piyan jî bimîne.

- Li bajarên Zurich, Lozan û Bielê çalakî hatin lidarxristin û kesên di komkujiyên meha Adarê de hatin kuştin hatin bîranîn.

- Di hilbijartina serokdewletiya Rûsyayê de mîna ku dihate payin, Vladimir Putin bi ser ket.