ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.
Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan wê li hev kom bibin.
Parêzer Şukru Alpsoy got, "Di vê guhertina înfazê de ji bo girtiyên siyasî yên cezayê muebbetê yê girankirî hatiye birîn mafê hêviyê nehatiye diyar kirin, qedexeya berdana bi şert dewam dike. Ev jî nîşan dide ku guhertina înfazê wekhev nîne."
Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê Mûstafa Yaşodûn anî ziman ku divê dewlet bi rengekî cidî nêzî pêvajoyê bibe û tavilê gavê biavêje.
Li gorî lêkolîneke navneteweyî ya li kovara Science hate weşandin, germahiya global di asta îro de bimîne jî ji sedî 40 ê qeşaya heyî dibe ku bihele.
Hejmara Hezîrana 2025'an a Newaya Jin bi sernavê 'Deriyê mejiyekî nû vedibe' hate weşandin.