Kaytan û Altûn li Ishojê hatin bibîranîn
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li Ishøjê hatin bibîranîn.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li Ishøjê hatin bibîranîn.
Ji kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Alî Haydar Kaytan (Fûat), Riza Altûn û Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Partiya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li bajarê Ishoj ê Danîmarkayê hatin bibîranîn. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.
Di bîranînê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar axivî û got: “Divê em îro ji duh zêdetir xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, divê her kes piştgirî bike û xwedî lê derkeve. Ev erka her kesî ye.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.