Yaşodûn: Divê dewlet bi rengekî cidî nêzî pêvajoyê bibe û gavê biavêje
Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê Mûstafa Yaşodûn anî ziman ku divê dewlet bi rengekî cidî nêzî pêvajoyê bibe û tavilê gavê biavêje.
Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê Mûstafa Yaşodûn anî ziman ku divê dewlet bi rengekî cidî nêzî pêvajoyê bibe û tavilê gavê biavêje.
Di ser 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo re nêzî 3 meh derbas bûn. Nîqaşên piştî Kongreya 12'emîn a PKK'ê jî dewam dikin ku PKK'ê ragihand ku ew dest ji têkoşîne çekdarî berdide û biryara fesixkirinê da.
PKK'ê heta niha gavên pêwîst avêtibe jî muxatabê din ê bangê dewlet û desthilatdariyê heta niha gaveke şênber neavêtine. Ciwanên li Kurdistanê bi giştî çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd diparêzin û ji bo pêvajoya nû bi rengekî samîmî û xurt bimeşe ji dewletê dixwazin ku gavê biavêje.
Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mûstafa Yaşodûn ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku biryara PKK'ê pêngaveke welê ye ku dikare pêşî li demokrasiya li Tirkiyeyê veke û got, "Lê belê ev pêngav di heman demê de guherîn û veguherînê ji xwe re dike esas ku Serok Apo qalê kir. Banga ku Serok Apo di 27'ê Sibatê de kir wê pêşî li siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê veke. Ciwan bi rengekî gelekî xurt xwedî li vê pêvajoyê derketin. Ciwan wê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."
CIWAN BI RENGEKÎ CIDÎ XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERDIKEVIN
Yaşodûn ragihand ku ciwanên aştiyeke bi rûmet dixwazin bi rengekî cidî xwedî li pêvajoya Rêber Apo derdikevin û got, "Bivê nevê gelê Kurd hestewar bû. Ji ber ku gelekî welê ye ku 50 sal in bi PKK'ê re ava bûye. Gelê Kurd bi rengekî gelekî cidî xwedî li pêvajoyê derket. Serok Apo nexşerêya vê pêvajoyê di sala 2012'an de xêz kiribû. Nirxandina wî ya bi navê 'Nexşerê' ku sala 2012'an nivîsî pêvajoya niha nîşan dida. Ciwan ji bo vê pêvajoyê ji civakê re vebêje xwe berpirsyar dibîne. Ji bo vê jî em karên cuda dikin. Hewl didin vê pêvajoyê li nava civakê belav bikin. Me dema dawî kampanyayên cuda dan destpêkirin."
GELÊ KURD TIMÎ DAXWAZA AŞTIYÊ KIR
Mûstafa Yaşodûn destnîşan kir ku divê dewlet bi rengekî cidî nêzî daxwaza aştiyê ya gelê Kurd bibe û got, "Destketiyên gelê Kurd divê êdî misoger bibin. Hem bi destûra bingehîn hem jî bi peymanan divê mafên Kurdan qanûnî bibin. Di heman demê de divê mafê perwedeya bi zimanê dayikê bê naskirin ku pêwîstiyeke mirovî ye û dawî li kiryarên antî demokratîk ên weke tayînkirina qeyûman a li şaredariyan bê anîn. Daxwazên bingehîn ên têkoşîna pêncî salî ya gelê Kurd hebûn; divê yekser bersiv ji van daxwazan re bê dayin. Gelê Kurd ti carî nebû alîgirê şer. Gelê Kurd her tim xwe danî aliyê aştiyê."