'Di hevaltî û pêşengtiyê de mirovekî mînak bû'

Hevrêyên fermandarê berxwedana Sûrê Çiyager ku gotina "Encam çi dibe bila bibe wê mûhteşem be" li rûpelên zêrîn ên dîroka gelê Kurd nivîsandin, qala wî kirin.

Amed û Dîrok diyar kirin ku wan li herêma Şehîd Kendal a Amedê fermandar Çiyager nas kirine û gotin, "Hevalekî gelekî kefxweş û zindî bû. Kengî dihate cem me, me moraleke mezin jê digirt. Enerjiya xwe timî dida derdora xwe."

Ji berxwedêrên Sûrê Hakî Amed û Hogir Dîrok ji ANF'ê re qala fermandarê Sûrê Çiyager kirin.

We Çiyager çawa nas kir?

Hogir Dîrok: Sala 2014'an piştî perwerdeyê em li cem hevalê Çiyager hatin wezîfedarkirin. Hevalan gelekî qala rêveberiya wî, taktîkên wî yên di aliyê şer de, çalakiyên wî kirî, koordînekirina wî ya bajaran dikirin. Ji ber vê jî her hevalê ku pê re diçû çalakiyê gelek bi coş û moral diçû. Dema ku em xwe bi xwe hatin herêma Ş.Rojhat, em hatin nuqteyê li wir min got ezê werim Sûrê ji xwe piştî wê civînê jî ez derbasî Sûrê bûm. Di demeke pir kin de H. Çiyager jî hat Sûrê . Dema hat Sûrê bi rastî tarzê wî yê hevalan bi cih kirin û koordînekirinê pir kêrhatî bû. Dema H. Çiyager hat Sûrê qadên ku me ne girtibûn girt. Qada me berfireh kirin.

H. Çiyager hem bi hevaltî hem bi pêşengtiya xwe mînak bû. Pêşdîtina wî gelek xurt bû. Her tim amadekariyên wî ji bo her tiştî hebû, ango ji bo her rewşeke neyênî yan jî erênî amade bû. Her tim li kêleka ciwanan hêşedariyê dikir, moral dida wan, şer dikir.

Çeperên ku herî zêde şer tê de gur dibû, heval Çiyager li wir bû. Cihên ku pir êriş li ser çêdibû û hevalan nedikarîn li wir rawestin, heval Çiyager heval ji wir dikişand û bi du hevalan re diçû hem wir digirtin hem jî qad berfirehtir dikirin. Cihê ku hevalê Çiyager lê bûya dijmin nedikarî bi gaveke jî were, berevajî paş ve diçû. Gotin û kiryarên heval Çiyager yek bû, tişta ku digot pêk dianî. Ji ber vê ji gelek dihat hezkirin.

WÊ ENCAM BI HEYBET BE…

Heval Çiyager li paşerojê difikirî, çareser dikir û pêk dianî. Bi rastî mirov dema niha mêze dike encamên ku derketine divê berevajîbûna. Di aliyê me de di aliyê gel de divê tam tersê wê be, ji ber ku Amed ji bo me wateyeke xwe ya cuda heye. Amed paytexta Kurdistanê ye, wargeha avabûna PKK'ê ye, berxwedana zindanan e. Tiştê ku diket ser milê hevalan bi taybet li ser milê Heval Çiyager bi rastî jî heta dawiyê pêk anîne. Dema em gihiştin dawiyê ruxmê tiştek yê me ne mabû ewqas hevalên me yên birîndar hebûn jî Heval Çiyager her digot wê dawî rewneqdar be.

Encama vê jî dijmin 6 mehan nekarî bikeve Sûrê, şer li derveyî Sûrê jî dihate kirin, Cizîr, Hezex, Nisêbîn, Şirnex, Gever... Heval Çiyager bi rastî jî vê pêk aniye ji bo vê jî dijmin li Sûrê hat şikandin. Di wir der derket hole ku ew leşkerên wan ên wisa pozbilind li hember wan ciwanên dil pak dîn bûn. Ev di Nisêbînê de jî li dijmin hat kirin. Dema dijmin dihatin Sûrê wisa bi hêviya wê çend rojekê Sûrê biqedîne dihat. Dema li vir li bin ketin û berê xwe dan Nisêbînê jî heman tişt bi serê wan hat. Heval Çiyager ev didît. Têkçûna dijmin didît ji ber vê jî dibêje wê dawî muhteşem be. Ev binketina dijmin ji harbûna wî diyar dibe. Li her derê ji her aliyê ve êriş dike, ev têkçûna wî dide nîşandan. Ev hemû tiştên ku îro rû didin planên têkbirina gelê Kurd e ku dijmin ji 2014’an ve daye destpêkirin. Li hember vîna van ciwanan ev artêş şikest. Lê ji bo vê şikestina xwe veşêre û moral bide xwe êrişê destketiyên me yên li Rojavayê welat in dike.
Divê gelê me ji bîr nek ku vê dewletê 5-6 mehan li hember 10 ciwanan şer kir, heta her der xira kir piştre ket bajarên me.

Hakî Amed, hûn jî bi wî re tevlî berxwedana Sûrê bûn. Hûn dikarin qala wê wextê bikin?

Hakî Amed: Min H. Çiyager li Sûrê di şerê Sûrê min nas kir. Dema nû hatî got ku heval divê em qada xwe berfireh bikin. Dema H. Çiyager nû hatî bajêr, ji ber karkirina wî mirov digot ku heval ji bo vî karî hatiye amade kirin. Ev di pratîka wî de jî diyar dibû. Di pratîka wî de jî diyar dibû ku ev ne tene şerê çekdarî ye. Ji ber ku cebilxaneya di destê me de tenê têra 15 roj şerê çekdarî dikir. Lê belê H. Çiyager eva bi me da nîşandan ku ev şerê vînê ye, ne şerê çekdarî.

Taybetmendiya ku herî zêde bandor li min kir, nêzîkatiya wî ya ji bo qezençkirina mirovan bû. Çi dibe bila bibe heta dawî ji bo qezençkirina mirovekî hewl dida. Gotineke serokatî heye ku dibêje 'Eger mirovek bi hemû laşê xwe ve dibin heriyê  de be lê belê tenê tayekî porê wî mabe li derveyî heriyê,  divê tu bi wî tayî bigire û derxîne' herî zêde hevalê Çiyager pratîka vê gotinê pêk dianî. Hevalên ciwan pir bûn, hevalê Çiyayger moralek zehf mezin dida hevalên birîndar. Taktîkên wî yên şer pir bûn.

Ji bombeyek biçuk jî C4 derdixist û dikir mayin. Ji xwe bi xwe jî sabotajvanekî pispor bû. Di aliyê taktîk û şer de bi rastî jî fermandar bû. Hem di milê moral û manewiyatê, hem jî di aliyê wêrektiyê de her tim pêşeng bû. Heta dawiyê jî di her mevziya ku şer lê germ dibû H.Çiyager li wir bû. Rojane li her mevziyê digeriya. Heval Çiyager endamê hêzên taybet bû, di jiyan û şerê xwe de jî hem bi fedekariya xwe û hem jî bi pêşengtiya xwe her tim li nasnameya xwe ya hêzên taybet xwedî derdiket. Her tim digot heta malek jî mabe em ê şer bikin. Bi rastî jî wisa bû. Heta mala dawî jî em man. Herî dawî em 37 heval ketin jêrzemîne û derfetê şer ne mabû, heval Çiyager ji me re digot vekişîn nîne. Bi rastî jî wisa kir. Her axaftina wî dîrok, her pratîka wî mînak bû ji bo me.

Hevalê Çiyayger hevalekî rû li ken bû. Bi rastî jî her mevziya ku lê digeriya mirov digot qey moral belav dike. Demek li cem mînareya çar ling me hev dît. Bi rastî jî ti carî dilê hevalan neşikand. Gotinek heye ku dibêjin 'milîtan ew kes in ku tişta fêhm dike, pêk tîne'. Hevalê Çiyager jî çi fêhm dikir pêk dianî. Her tim bi hevalan re bû. Her tiştê ku hîn dibû fêrî hevalên xwe jî dikir.