Ethem Sarisuluk hat bibîranîn

Ethem Sarisuluk ku li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn.

Di 12'emîn salvegera çalakiyên Geziyê de, li Guvenparka Enqereyê ku Ethem Sarisuluk lê hatibû qetilkirin, çalakiyek hat lidarxistin. Girse li taxa Kizilay a Çankayayê hatin ba û heta Guvenparkayê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Geziyê ji bîr neke û nede jibîrkirin, şehîdên Geziyê nemirin”, “Berxwedana Geziyê di têkoşîna ciwanan de dijî”, “Bijî serhildan bijî Şoreş” û “Hevrê Ethem nemire” û “Dîsa dîsa serhildan” hatin berzkirin.

Di meşê de wêneyê Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder hatin hildan. Girseya gel benda polîsan a ku dixwestin pêşiya meşê bigrin şikand û xwe gihandin Guvenparkê. Girseyê li vir daxuyanî da.

Piştî daxuyaniyê polîsan êrîşî girseyê kir. Girseyê bi meşê bersiv da polîsan û heta kolna Konur meşiyan. Li vir carek din polîsan girse dorpêç kir. Girseyê bi dirûşmeyan bersiv da dorpêça polîsan. Piştre çalakî bi dawî bû.