Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê daxuyaniya hevpar dan

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya Şamê di nîqaşên li ser gelek mijaran de, li ser gelek xalan li hev kirin.

Li paytexta Şamê şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya desthilata Şamê li hev civiyan. Ev civîn di çarçoveya şopandina pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri hatiye îmzekirin de, pêk hat.

Piştî nîqaşkirina gelek mijarên xwedî girîngiya hevbeş, daxuyaniyek hevbeş li ser wan xalên lihevkirî û destnîşankirina civîneke din di zûtirîn dem de, ji bo temamkirina nîqaş û şopandina tiştên li ser lihev kirine, hat dayîn.

Naveroka daxuyaniya hevbeş wiha ye:

Her du şandeyan li ser girîngiya lezkirina proseya pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê, avakirina komîteyên hevbeş ên xebatê û dosyaya perwerdeyê nîqaş kirin.

Di çarçoveya hewldanên ji bo pêşxistina lihevkirin û pêkanîna peymanên hatine îmzekirin de, di navbera şandeya nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Navendî ya ji bo temamkirina peymana bi QSD’ê re, di hewayek erênî û avaker de civîna yekem hat lidarxistin.

Her du şandeyan li ser gelek mijarên xwedî girîngiya hevbeş nîqaş kirin û li ser van xalan lihevkirin hate kirin:

1- Avakirina komîteyên şaxî yên taybet ji bo şopandina pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê hikûmeta veguhêz Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin.

2- Hewldana çareserkirina pirsgirêkên mayî yên têkildarî azmûnan û navendên azmûnan, misogerkirina mafên xwendekaran û aştiya pêvajoya perwerdehiyê.

3- Gotûbêjkirina mekanîzmayên ji bo hêsankirina vegera koçberan li herêmên xwe û xebitîna li ser rakirina astengiyên ku rê li ber vê vegerê digirin.

4- Jinûve aktîvkirina dosyaya taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê, û hewla çareserkirina wê bê dayîn, ku dikeve xizmetî îstîqrar û aştiya civakî.

Her du aliyan diyar kir ku ew pabendî diyaloga avaker û hevkariya berdewam in, ku dikeve xizmetî yekîtiya Sûriye û serweriya wê û hêviyên gelê Sûriyeyê yên ewlehî û îstîqrara pêk tîne.

Her wiha li ser destnîşankirina civîneke din di nêztirîn dem de lihevkirin hate kirin, ku nîqaşê temam bikin û pêkanîna tiştên li ser li hev kirine bişopînin.