Şehîdên Efrînê li Stuttgartê hatin bîranîn

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Stuttgartê çalakiyek li dar xist û şervanên di berxwedana Efrînê de şehîd bûn bi bîr anî.

Di çalakiyê de şervanê MLKP'ê Rûhat Aşkara, Erdal Demirhan û Sedat Akyüz, şervanên Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP) Görkem Tuğal û Hüseyin Cemi Özdemir, şervanên TKEP/L Sinan Akteş û Kenan Aktaş, şervanê THKP-C/MLSPB Ramazan Güleken, şervanê Fransayî Olivier le Clainche, şervanê Îzlandî Haukur Hilmarsson, şervanên YPG'ê Başûr Soran û Polat Efrîn, şevanê DYA'yî Jake Klipsch, şervanên YPJ'ê Têkoşin Botan, Zîlan Cûdî û Fula Hebeş, şervanên QSD'ê Sêal Heyder, Felek Ehmed, Serbest Mihemed û hemû şehîdên Efrînê hatin bîranîn.

Di merasîmê de li ser jiyan û têkoşîna şervanan sînevîzyon hate nîşandan û axaftin hatin kirin.

Nûnerê HBDH destnîşan kir ku şoreşa Rojava û berxwedana Efrînê rêya ku divê ew tê de bimeşin nîşan daye û anî ziman, hêzên emperyalîst li dijî vê şoreşê û berxwedanê li dora dewleta Tirk a dagirker li hev civiyane.

Nûnerê TKP/ML jî destnîşan kir ku ew xwedî li berxwedan û şehîdên Efrînê derdikevin.

Nûnerê MLKP'ê got, "Bila hemû hêzên emperyalîst, faşîst û paşverû yên cîhanê zanibin ku gelê Kurd, hêzên şoreşger û komunîst wê dayina berdêlan bide ber çavên xwe, lê ti carî teslîm nebin."

Qisekeran her wiha diar kirin ku bêdengî desteka ji bo dagirkeran e.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.