Li mezintirîn bajarê girava Giritê Kandiye (Heraklion), komek ji aktîvîstan ketin hundirê Konsolosxaneya Elman û ji bo bêdengiya Elmanyayê ya li ber komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê şermezar bike çalakiya bê îteatiya sivîl kir.
Aktîvîstan heta wextekê konsolosxane kontrol kirin û ji Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, hemû wezîr û musteşarên li Elmanyayê re ji bo Efrînê faks/e-mail şandin. Name bi navê konsolosxaneyê hatin şandin û ji Elmanyayê hate xwestin ku ji bo Efrînê bikeve nava liv û tevgerê.
Çalakgeran ala PKK'ê û pankarteke ku bêdengû û hevkariya hikumeta Elman a federal a bi rejîma Erdoğan re şermezar dike, li şaneşîna konsolosxaneyê daliqandin. Aktîvîstan bal kişandin ser Şoreşa Rojava û têkoşîna YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê.