3 girtî di greva birçîbûnê de ne

Sê girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Karamanê ku serjimartina li ser piyan qebûl nekirin, ev 6 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Li Girtîgeha Tîpa M a Karamanê, Nezîr Dayan, Alî Aydin, Abdullah Guven, Mehmet Saît Alptekîn, Mahsum Akdemîr, Omer Aydin, Mahmut Ekîcî, Bulent Kaçan, Ozgur Ceylan û Haci Mehmet Bozdag ên di 13’ê Adarê de pêkanîna hejmara li ser piyan dayîn qebûl nekirin, bû hedefa êrîşa gardiyanan. Girtî Abdullah Guven, Alî Aydin û Mehmet Saît Alptekîn di hucreyan de tên girtin û ji bo şermezar kirina êrîşên li ser wan 6 roj in di greva birçîbûnê de ne. 

Dayika Alî Aydin ê di hucreyê de dest bi greva birçîbûnê kir Emîne Aydin, diyar kir ku 16'ê Adarê bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û got, "Axaftina me ya bi telefonê zû qediya. Çawa ku kurê min behsa êrîşên li ser xwe kir, dengên qîrînê bilind bû û telefon qût bû. Tenê çend deqeyan min karîbû bi kurê xwe re biaxivim. Li gorî ji min re hate gotin, 10 roj in di navbera girtî û rayedarên girtîgehê de rageşî heye. 13'ê Adarê gardiyenan xwestin di dema jimartinê de girtî rabin ser piyan û girtiyan jî ev qebûl nekirin. Li ser vê yekê gardiyenan girtî derbasî odeyeke bê kamera kirin û li wan dan. Di odeyê de nêzî 35 û 40 gardiyan û midûrê girtîgehê li girtiyan êşkence kirin. Ji ber êşkenceyê canê girtiyan reş û şîn bûye."

Dayik Emîne Aydin, di dewama axaftina xwe de got: "Gardiyan piştî ku li kurê min û girtiyên dan, kurê min û du girtiyên din dixin hucreyê. Gardiyan li hucreyê jî li kurê min û hevalên wî dan. Ji ber vê yekê kurê min û her du hevalên wî di hucreyê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Kurê min  got 'Heya li girtîgehê pêkanîn bi dawî nebin ez dest ji greva xwe ya birçîbûnê bernadim'. Rayedarên girtîgehê avê jî nadin wan. Ji xwe gava kurê min di telefonê de ev yek ji min re digotin gardiynan bi ser wî de qîr kirin û telefon qut kirin."
 
Aydin her wiha got, "Piştî telefon qut bû û min serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da. Derbarê ewlekariya jiyana kurê xwe de bi fikar im. Demildest divê rayedarên berpirs biçin girtîgehê, bûyerên heyî lêkolîn bikin û bi raya giştî re parve bikin."