Newroza li Ticino û Delémontê diyarî berxwedana serdemê hate kirin

Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Lugano yê Kantona Ticino ya Swîsreyê diyarî berxwedana serdemê ya li Efrînê hate kirin. Li Delémontê jî Newroz hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Lugano yê Kantona Ticino ya Swîsreyê diyarî berxwedana serdemê ya li Efrînê hate kirin. Li Delémontê jî Newroz hate pîrozkirin.

TICINO: Newroz li bajarê Lugano yê Kantona Ticino ya Swîsreyê hate pîrozkirin û berxwedana Efrînê hate silavkirin. Hevberdekvê HDK-Ewropa Demir Çelik li pîrozbahiyê axivî û bi bîr xist ku ji bo maf, edalet û azadiyê, Kawayê Hesinkar agirê Newrozê dadaye.

Di dewama axaftina xwe de Çelik bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan û got, "Li Efrînê bombe li nexweşxane, bendav û sivîlan tên barandin. Cîhan jî lê temaşe dike." Çelik bi bîr xist ku 57 roj in Efrîn li ber xwe dide û bang li hemû Kurdan kir: "Kurdistan welatê te ye, li dijî dagirkirina wê rabe ser piyan. Ev yek ji bo welatê me, deynê me yê mirovbûnê ye. Têkoşîna YPG û YPJ'ê têkoşîna jiyana azad e. Kurdistana azad e. Li Efrînê destan tê nivîsandin."

MLKP'ê jî ji pîrozbahiyê re peyamek şand û berxwedana Efrînê silav kir.

Piştî qisekeran Kawa Ûrmiye, Şenay, Akin, Ercan-Adar, Sercan Kobanê û Yûnûs derketin ser dikê.

DELEMONT: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Delémont ê Kantona Jura ya Swîsreyê dijîn, Newroz pîroz kirin. Bi vê armancê li ber stasyona trenê ya bajêr standa Newrozê hate danîn û wêneyên mirovên li Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk hatin kuştin hatin daliqandin. Li qadê agirê Newrozê hate dadan û berxwedana Efrînê hate silavkirin. Qisekeran gotin, wê ji bo Efrînê her roj li qadan bin.