Li Danîmarkayê Newroz hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Danîmarkayê dijîn li paytext Kopenhagenê, bi dirûşma, 'Her der Efrîn e, her der berxwedan' Newroz pîroz kirin.

Newroz ji hêla Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan Sêvê ve hate organîzekirin û bi deqeyekê rêzgirtinê dest pe kir.

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal û li ser navê Partiya Yekîtiya Sor-Kesk a Danîmarkayê Søren Søndergaard û Serdal Benlî axivîn.

Kartal li ser girîngiyan Newrozê axivî û got, "Berxwedaniya agirê Newrozê îro li Efrînê tê kirin û berxwedana gel li hemû eniyan didome. Hemû Kurd divê xwedî li vê berxwedanê derkevin û tevbigerin."

Søren Søndergaard û Serdar Benlî jî gotin dewleta Tirk li Efrînê sûcê mirovahiyê dike û li dijî vê divê tevger çêbibe.

Şanoya Polat Efrîn jî berxwedaniya Efrînê nîşan da. Hozan Diyar, Xelîl Xemgîn, Nevzat Tunç û Hozan Fîgen stran gotin.