Li dijî dagirkeriya Tirk li Ewropa gel dadikeve qadan

Li gelek bajarên Ewropa Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê li qadan in û kolanan naterikînin.

BREMEN

Li Eyaleta Bremen a Elmanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên deweleta Tirk ên bi ser Efrînê û piştevaniya Efrînê li pêşiya gara trenê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de kesên di Berxwedana Efrînê de jiyana xwe ji dest dayîn jî hatin bibîranîn.

Çalakger li navenda bajêr li hev civiyan û heya gara trenê meşiyan. Di çalakiyê de hevkariya hikûmeta Elman a bi Tirkiyeyê re hate protestokirin. Çalakiya protestoyê derbasî nava gara trenê jî hate kirin û bi sedan kesî bi dirûşmeya ‘Duh Hîtler îro jî Erdoğan’ berz kirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê jî bi heman armancê Kurdistanî li gara trenê li hev civiyan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de dewleta Tirk û hevkarên wê hate protestokirin.

DUİSBURG

Elewiyên ku li bajarê Duisburgê yê Elmanyayê dijîn di cemê de hatin ba hev  a ku diyarî berxwedana Efrînê hate kirin. Pîr Alî Balî yê ku cem bi rê ve dibir di cemê de axivî û got, “Ev cem ji bo berxwedana Efrînê tê kirin û divê Elewî li cihekî din li xwe negerin û divê vegerin ser cewherê xwe.”

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê di bin pêşengtiya Platforma Piştevaniya Efrînê li gara trenê Midî yê çalakiya bêîteatilya sivîl hate lidarxistin.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse yê Fransayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Jinên Kurd ve meşek hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan li pêş Biryardeya Şehîdan a Toulouse ya li Cadeya François Verdier li hev civiyan û bêdengiya NY û Yekîtiya Ewropa şermezarkirin. Zêdetirî 700 kes beşdarî meşê bûn û meş heya qada Jeanne d’Arc dom kir.