Ji ber ku ji Başûrê Kurdistanê ye nehiştin bê Tirkiyeyê

Kurdistaniyê bi navê Kardo Shakir Mustafa Hamid ku ji bo tevlî Newroza Amedê bibe xwest bê Tirkiyeyê, bi îdîaya "tirsnak e" nehiştin bê Tirkiyeyê. Mustafa Hamid got, "Ez baş pê zanim ku sedema vê yekê Kurdbûna min e."

Kardox Shakir Mustafa Hamid ê ji Başûrê Kurdistanê li paytexta Norwêc Osloyê dijî. Xwest tevlî Newroza Amedê bibe, lê belê 4'ê Adarê li Balafirgeha Atatürk a Stenbolê destûr nehate dayin ku bikeve nava Tirkiyeyê. Hamid ji bo tevlî Newroza Amedê bibe û hevalên xwe bibîne hat, destpêkê pasaporta wî hate desteserkirin, bêyî parêzer îfadeya wî hate girtin, piştre xala 'Hatina wî ya Tirkiyeyê bi guman e' ya 'forûma agahiyê ya rêwiyê nayê qebûlkirin' işaret kirin û pê dan îmzekirin. Di dawiyê de jî dersînor kirin.

Mustafa Hamid ji ANF'ê re qala tiştên bi serê wî ve hatin kir û bi bîr xist ku beriya niha gelek caran hatiye Tirkiyeyê, lê pirsgirekek wiha derneketiye pêşiya wî. Hamid destnîşan kir ku têkiliya van kiryaran bi dijminatiya Tirkiyeyê ya li Kurdan heye.

'NEGOTIN BÊ ÇIMA NAHÊLIN'

Hamid qala bûyerê kir û got, "Demeke dirêj e li Ewropayê dijîm. 4'ê Adarê roja Yekşemê hatim Tirkiyeyê, ji wir min xwest biçim Amedê û serdana dostên xwe bikim. Dema ku gihîştim Stenbolê pasaporta min kontrol kirin. Li ser pasaporta min cihê ku lê ji dayik bûme, Başûrê Kurdistanê dinivîsîne. Ez ji rêwiyên din veteqandin û gotin 'li vir bisekine'. Dest danîn ser telefona min, pasaporta min birin û piştî nîv saetê hatin ji min re gotin, 'were li ber dîwêr bisekine'. Çûm li ber dîwarekî sekinîm. Li wir wêneyekî min kişandin û piştre ji min re gotin, bisekine û çûn. Piştî nîv saetê bang li min ikrin û gotin, 'were telefona xwe veke'. Min jî vekir û şîfre da wan. Piştre dîsa bang li min kirin û ji min re gotin, 'dewlet te qebûl nake, tu nikare bikeve vî welatî. Em ê te vegerînin. Em ê te binçav bikin û bixin nezaretxaneya balafirgehê'. Min ji wan pirsî bê ji ber kîjan sedemê nahêlin ku bikevim Tirkiyeyê. Wan jî gotin, ew nizanin, lê bi ti awayî nahêlin ku bikevin nava welêt."

'JI BER KU KURD IM NEHIŞTIN BIKEVIM TIRKIYEYÊ'

Mustafa Hemid got, "Baş pê zanim ku sedema vê yekê Kurdbûna min e" û diyar kir ku wî ti sûcekî krîmînal nekiriye. Mustafa Hamid destnîşan kir ku pirsgirêkên li ber Kurdan li her cihî xwe didin der.