Fransiyan ji bo Efrînê kampanyayek da destpêkirin

Siyasetmedarên Fransî, parêzer û parêzvanên mafê mirovan, li dijî êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê dest bi kamapanyayekê kirin.

Di metna daxuyaniyê ya kampanyaya ya bi sernavê “Ji bo pêşiya trajediyekî mirovî bê girtin, li herêmê divê qedexeya hewayî bê îlankirin.” hate kirin de, hate diyarkirin ku li dijî bomberdûmana dewleta Tirk, divê Fransî mafê gelê Kurd biparêze.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ji 20’ê Çileyê ve dewleta Tirk sivîlên li Efrînê dike hedef û ji esmana û hewayê ve êrîşan dike. Hat diyarkirin ku Erdogan îdîa dike van êrîşan di qada navneteweyî de li dijî ‘terorîstan’ di bin navê ‘parastina sînorên xwe’ de pêk tîne. Hat bibîrxistin ku dema li bûyerên li herêmê diqewimin tên nêrîn tê ferqkirin ku rewş cuda ye û wiha hate gotin: “Niha li wir dixwazin Kurdan qir bikin. Erdogan di wateyeke giştî de bi hinceta mîna Bakurê Sûriyeyê dike hedef. Ji roja destpêkê ve êrîşî gundan tê kirin, gund hatin şewitandin, bi hezaran mirov neçar man ku berê xwe bidin navenda Efrînê koç kirin. Di êrîşan de piranî jin û zarok nêzî 400 sivîl hatine kuştin, bi sedan jî birîndar bûne. Her ku artêşa Tirk nêzîkî Efrînê dibe wê hejmara miriyên bajarê ku xwedî nufusekî 400 hezarî ye wê zêde bibe.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk bi rojane li Efrînê dixe ku gel neçarî koçkirinê bike. Zetên elektirîkê, avê û telefonan hatine qûtkirin, bi vî rengî dixwazin gel neçarî koçberiyê bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku nexweşxane, nanpêşan hatine xistin. Bal hate kişandin ku Efrîn bi felaketeke mezin re rû bi rû ye. Ji bo karesatên mezin pêk neyên divê civaka navneteweyî bikeve nava tevgerê û wiha hate gotin: “Bûyerên tirajedî yên li ber çavên me rû didin tenê bi gotina wê anîna ziman nabe.”

Fransî, rewşenbîr, lîstikvan, siyasetmedar û parêzerên ku banga lezgîn a ketina tevgerê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir, bal kişand ser daxuyaniyên bikaranîna çekên kîmyawî ya dewleta Tirk a li Efrînê ku piştî biryara agirbestê ya NY’yê hatî dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê Fransa bikeve nava tevgerê, ji bo îlankirina qedexekirina qada hewayî ya li Bakurê Sûriye bi taybet li Efrînê bikeve nava liv û tevgerê.

Kesên kampanya îmze kirin:

Dominique Sopo, Serokê SOS Racisme, Serokê Audrey Pulvar, Fondation pour la Nature et l’Homme, Listikvan Josiane Balasko, Listikvan Yannick Noah, Serokê Mario Stasi la Licra, Malik Salemkour, Serokê LD, Hevseroka Renée Le Mignot Mrap, Seroka Sacha Ghozlan l’UEJF, Serokê Louis-Georges Tin Cran, Xebatkara Servîsa Lezgîn a Patrick Pelloux, Sînemevan Romain Goupil, Profesor Achille Mbembe l’Université de Witwatersrand (Afrique du Sud), Sînemevan Yvan Attal, Lîstikvan Michel Boujenah, Parêzerê Bîroya Dominique Tricaud Paris, Jacky Mamou, Serokê Collectif Urgence Darfour, Serokê Benjamin Abtan EGAM – Mouvement antiraciste européen….