BI DÎMEN

NAV-BEL’ê kongreya xwe ya 14’emîn li dar xist

NAV-BEL’ê kongreya xwe ya asayî ya 14’emîn li dar xist û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.

Konseya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Beçîka (NAV-BEL) bi tevlîbûna 120 delegeyan kongreya xwe ya asyî ya 14’emîn li dar xist.

Kongre bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di kongreyê de li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û pêvajoyê nirxandin hatin kirin.

Di kongreyê rapora xebatê ya NAV-BEL’ê ya salekê hat hat xwendin û li ser rêxistîbûnê nîqaş hatin kirin.

Di kongreyê de rêveberiya nû hat hilbijartin. Di kongreyê de Hazim Botî û Jala Rojhilatî weke hevserokên NAV-BEL’ê hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşmeyan bi dawî bû.