Kongreya CDK-S’ê: Azadiya Rêber Apo ji bo me esas e

CDK-S’ê 10’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di kongreyê de nîqaşên li ser serdema nû û ji nû ve avabûna CDK-S’ê hat kirin û îşaret bi girîngiya azadiya Rêber Apo hat kirin.

Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê ku binesaziya saziyên Kurd ên li Swîsreyê ye 10’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Kongre li salonekî li bajarê Grenchen ê girêdayî Kantona Solothurnê hat lidarxistin. Salona kongreyê bi alên PKK’ê û posterên Rêber Apo hate xemilandin. Ji xeynî meclîs û komunên girêdayî CDK-S’ê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî kongreyê bûn.

Kongre ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre hilbijartina dîwanê hate kirin. Siyasetmedar Nejdet Atalay, Yûsûf Amed, Şukran Sîncar û Yuksel Bûdak ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

ZUBEYDE ZUMRUT: AZADIYA RÊBER APO JI BO ME ESAS E

Piştî hilbijartina dîwanê ewilî Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut mafê axaftinê girt.

Zubeyde Zumrut di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşîna Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn ji bo têkoşîna azadiyê û bi berdewamî îşaret bi girîngiya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir ku Rêber Apo da destpêkirin. Zumrut diyar kir ku divê dewleta Tirk ji bo pêşeroja pêvajoyê gavên şênber biavêje.

Zumrut destnîşan kir ku di pêvajoya heyî de berpirsyariyekî mezin dikeve ser milê Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin û dostên wan û wiha got: “Divê em li gorî ruhê pêvajoyê têkoşîna xwe li her qadê xurttir bidomînin.”

Zubeyde Zumrut îşaret bi şert û mercên tecrîdê ku Rêber Apo têde ye jî kir û wiha berdewam kir: “Pêvajoyekî heye lê Rêber Apo hîna di şert û mercên giran ên tecrîdê de te. Me vê nêzîkatiyê qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku me li Ewropayê da destpêkirin, dewam dike. Em ê vê mezintir bikin, ji bo me azadiya Rêber Apo esas e û daxwaza me ya bingehîn e.”

FRANZISKA STIER: KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK ÇARESERIYÊ PÊŞKÊŞ DIKE

Piştî Hevseroka KCDK-E’ê Zubeyde Zumrut, Sekreterê Giştî yê Partiya Basta a Swîsreyê Franziska Stier axaftinek kir.

Franziska Stier li hemberî krîza ku cîhan têde ye bal kişand ser girîngiya paradîgmaya Rêber Apo û wiha got: “Konfederalîzma demokratîk li dijî krîzan çareseriyên şênber pêşkêş dike. Me dît ku ev paradîgma li Rojava çawa jiyanî bû. Yanî ev paradîgma ne xeyal e.”

Franziska Stier bal kişand ser girîngiya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û diyar kir ku di bingeha vê bangê de ji nû ve avakirina aştî, demokrasî û sosyalîzmê heye.

PEYAMA ŞAREDARA SOLOTHURNÊ

Şaredara Solothurnê Stefanie Ingold jî peyamek ji kongreyê re şand. Ingold ku ji ber bernameyek xwe ya cuda nekarî tevlî kongreyê bibe, di peyama xwe de kongreya CDK-S’ê silav kir û diyar kir ku ew ê piştevaniya xwe ya ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd bidomîne.

SYKP: EM Ê TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK MEZIN BIKIN

Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) jî peyama pîrozbahiyê ji kongreyê re şand û îşaret bi pêngava nû ya Rêber Apo kir û got: “Em ê têkoşîna demokratîk mezin bikin.”

JINÛVE AVAKIRIN Û ROJEVA HILBIJARTIN

Kongre piştî navberê, bi xwendin û nirxandina raporên xebatê yên CDK-S,  meclîsên jin û ciwanan dewam kir. Di kongreyê de ji xeynî rewşa rêxistînî li ser jinûve avakirina CDK-S’ê nîqaşên berfireh hatin kirin.

Di kongreyê de Dîwana Serokatiya CDK-S’ê hat rakirin û 2 hevserok di nav de lijneya hevserokatiyê ya 9 kesî har avakirin.

Ji bo hevserokatiya CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr hate hilbijartin.