NAV-DEM: Çalakiyên me wê şev û roj bidomin

Hevserokatiya NAV-DEM’ê li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê daxuyanî da û bang kir ku ew ê li her derê şev û roj çalakî were lidarxistin.

Di daxuyaniya li ser navê Hevserokatiya NAV-DEM’ê hate kirin de, wiha tê gotin; “Êrîşên bi ser Efrînê derbasî qonaxeke nû bûye. Êdî bajarê Efrînê bi temamî hatiye dorpêçkirin û li bajêr şerekî dijwar diqewime.”

NAV-DEM’ê got ‘Ev tê wê wateyê ku bi sed hezaran mirov rû bi rû qirkirinê ne’ û wiha tê gotin; “Ji bo pêşîlêgirtina qirkirina gelê Kurd, divê her kesê ku çi ji destê wî/ê were bike.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin; “Li dijî vê qirkirinê êdî çi tiştê hebe nebe, divê bi hemû hebûna xwe em çalakiyên xwe yên demokratîk pêk bînin. Her cih bibe cihê çalakiyan, divê em dengê qîrkirina Efrînê bigihînin hemû cîhanê. Di çalakiyan de hemû wêneyên qirkirina Efrînê were nîşandan.

Divê çalakiyên me êdî şev û roj bê navber bidomin. Ev hemû çalakî ji bo qirkirina li Efrînê bide sekinandin divê bi bandor bin. Li Efrînê qirkirin dest pê kiriye, bêyî ku bibêjin jin, zarok navenda bajarê Efrînê tê bombebaran kirin. Êdî divê em 24 seatan çalakiyan lidarbixin. Di vê di çalakiyan de bi taybet gelê Elman û gelê Ewropa beşdarî çalakiyan bê kirin. Komîteyên dîplomasiyê divê hemû dostên Kurdan ên li Ewropayê beşdarî çalakiyan bikin.

Hêzên dagirker bi tenê êrîşî gelên Efrînê nakin, di şexsê Efrînê de êrîşî gelê Kurd û gelan û hêzên demokratîk dikin. Ji ber vê jî berxwedana Efrînê tê wateya parastina Kurdistan û Rojhilata Navîn. Êdî dem hatiye ku em bibêjin ‘Her der Efrîn e, her der berxwedan e’ û rapin pêyan.