Li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Bağcılar a Stenbolê di bin pêşengiya HDP û DBP’ê de ji bo şervanên YPG’ê Ali Derwêş, Zana Amed û Ozgur Avaronî konê sersaxiyê hate danîn ê ku di 18’ê Sibatê de di êrîşên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn.
Bi dehan kesên ku dixwestin beşdarî konê sersaxiyê bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan nasnameya gelek kesan kontrol kir. Tevî astengiyên polîsan jî gelek kes beşdarî konê sersaxiyê bûn. Ji bo her sê şervanên YPG’ê merasîm jî hate lidarxistin. Di merasîmê de şervanên YPG/YPJ’ê û şehîdên sivîl hatin bibîranîn, berxwedan hate silavkirin.