Dagirker li Swêdê hatin şermezarkirin

Dewleta Tirk a dagirker li bajarên Göteborg û Västerås ên Swêdê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Dewleta Tirk a dagirker li bajarên Göteborg û Västerås ên Swêdê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

GÖTEBORG: Kurdistaniyên li bajarê Göteborg ê Swêdê dijîn, tevî dostên xwe duh jî ji bo Efrînê li qadan bûn. Çalakî li kolanên herî qelebalix ên Göteborgê pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Efrîn bi tenê nîne", "Piştevaniya navneteweyî" û "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" hatin hildan. Alîkarê Serokê Şaxa Partiya Çep a Västra Hisingeyê Patrik Helgesson axivî û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên OSO yên li ser Efrînê şermezar kir. Helgesson got, "Ev êrîşa ku li pêş çavên tevahiya cîhanê tê kirin ne ya qebûlkirinê ye. Bang li Swêdê û Neteweyên Yekbûyî dikim. Tavilê pêşî li komkujiyan bigirin."

VÄSTERÅS: Bi banga Navenda Çanda Kurd a Demokratîk li meydana Sigmayê KurdistanÎ li hev civiyan û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek kirin. Bi navê NCDK Västerås axaftin hate kirin û hate ragihandin ku dewleta Tirk dixwaze destketî û sîstema demokratîk, wekhev û jiyana bi hev re ya gelan a li Rojava ji holê rake. Qisekeran welatên rojavayî û Neteweyên Yekbûyî yên li dijî êrîşan nakevin nava liv û tevgerê hatin şermezarkirin.