Li Cenevreyê di 19’ê Adarê de greva birçîbûnê dest pê dike

Platforma Xwedîderketina li Efrînê, diyar kir ku wê ji bo Efrînê pêvajoyeke din a berxwedanê dest pê bike û ragihand ku wê di 19’ê Adarê de li Cenevreyê greva birçîbûnê ya bêdem dest pê bike.

Platforma Xwedîderketina li Efrînê wiha got; “Dewleta Tirk a dagirker di bin çavdêriya sazî û hêzên navnetewî de li dijî gelê me yê li Efrînê êrîşa dagirkeriyê derbasî qonaxeke nû kiriye.”

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Li Efrînê destana Berxwedana Serdemê ya gelê Efrîn û hêzên parastinê li hemû Kurdistan û mirovahiya cîhanê piştgiriyek mezin girt û hatina gel hev berfireh kir.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin; “Dewleta Tirk a qirker li Efrîn û gundê wê li dijî gelê sivîl yê lê mayî dest bi paqijiya netewî dike. NY, Yekîtiya Ewropa, DYA, Rûsya û sazî û hêzên navnetewî yên li dijî vê komkujiyê bêdeng dimînin hevkarê vê komkujî û şerê qirêj yê Rûsya û Tirkiyeyê ne.

Em KCDK-E, Yekîtiya Netewî, Platforma Xwedîderketina li Efrîn û TJK-E em ê weke Kurdistanî û dostên wan yên li hemû cîhanê li dijî jenosîda li Efrînê hê bihêztir û bê navber berxwedana xwe bidomînin û çalakiyên me wê bidomin. Bajarê Efrîn û gelê Efrînê tam 59 rojan li dijî hêzên mêtînger berxwedana herî mezin a dîrokê kirin. Ji niha û pê ve bi berxwedanê di pêvahoya rizgakirina Efrînê de em ê cihê xwe bigirin.

Piştî berxwedana 59 rojan ji bo pêşî li komkujî û hilweşîna bajêr bê girtin gelê Efrîn û hêzên YPG/YPJ, QSD bi taktîkî ji bajêr derketine û parastina xwe didomînin. Di vê qonaxa berxwedanê de em ê xwe ji nû ve birêxistin bikin.

Li ser vî bingehî bi dîtina berxwedana dîrokî û bi rûmet ya gelê Efrîn û hêzên Efrînê bi moral û coşeke bilind em ê di pêvajoyê de cih bigirin, bi teqez em ê bi ser bikevin.”

Daxuyanî wiha bi dawî dibe; “Weke TJK-E, KCDK-E û Platforma Xwedîderketina li Efrînê li gorî plannameya berê me eşkerekirî em ê tevbigerin û derbasî jiyanê bikin. Li aliyê din di dîroka 19’ê Adara 2018’an bi beşdarbûna Parlamenter û hevşaredarên me li Cenevreyê wê greva birçîbûnê ya bêdem were destpêkirin.”