Li Erzîngan û Tarsûsê êşkenceyê li girtiyan dikin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Erzînganê û Tîpa T a Tarsûsê ya bi Nimroya 2 diyar kirin ku zext û zordariyê û êşkenceyê li wan dikin.

Malbatên girtiyên Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T û yên Girtîgeha Erzînganê ya Tîpa E ji bo zext û zordariya li ser zaroyên wan serî li Şûbeya Mêrsînê ya Komeleya Mafê Miorvan (ÎHD) bidin. Bavê girtiyê bi navê Kahraman Aktay Hasan Aktay gotin kurê wî û 22 girtî li dijî kirinên rêveberiya girtîgehê dest bi girêva birçîbûnê kirin.

GIRTÎ: LI SERÊ ME Û LI LAŞÊ ME DIXIN

Bav Aktay got, 10’ê Adarê bi kurê xwe re axiviyie û kurê wî gotiye, ‘’Bi daran li me dixin. Li serê me û laşê me dixin. Rewşa hemû hevalan ne baş e. Dixwazin me bikin ajan. Li dijî van zextan ji koxuşa me 22 kes ev du roj in dest bi girêva birçîbûnê kirine. Heta ku zext bi dawî bin wê girêva me bi dawî bibe.’’ Aktya got dema ku çûye ku kurê xwe bibîne, dîtiya ku kurê wî dikule.

Bav Aktay got duh bi kurê xwe re bi telefonê axiviye, piştî girêva birçîbûnê zext kêm bûne û ji bo vê jî wê çalakiya xwe bi dawî bikin.

LI TARSÛSÊ JÎ HEMAN ÊŞKENCE

Birayê girtiyê bi navê Bahattin Çelebi, Muzaffer Çelebi ku koxuşa A 21 a Girtîgeha bi Nimroya 2’yê dimîne got, rêveberiya girtîgehê kincên yekreng li girtiyan ferz dike û got, ‘’Wan nabin doktor. Nahêlin ku serê xwe bişon, avê ji ser wan qut dikin. Dema ku diçine qada hevpar bi jopan li wan dixin. Dema ku deng derdixin dijûnê li wan dikin û gefê li wan dixwin ku wan bibin tek hicrê.’’