Şaxa Ciwanan a SP a Swîsreyê: Em dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl nakin

Şaxa Ciwanan a SP a Swîsreyê JUSO di civîna xwe ya salane de têkildarî Efrînê biryar stend û peyam da ku ‘Em ê tu carî dagirkeriyê qebûl nekin’.

Li Swîsreyê yek ji partiya herî mezin Partiya Sosyalîst (SP) di civîna şaxa xwe ya ciwanan de têkildarî Efrînê hin biryar stend a ku di bin êrîşên dagirker de ye. Civîn beşdariya bi sedan delegeyan 2 rojan domiya. Ji xeynî mijarên siyasî yên li Swîsreyê, dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê jî hate nîqaşkirin.

‘GELÊ KURD JI BER KU AŞTIYÊ DIPARÊZE, DIBE HEDEF’

Şaxa Ciwanan a SP a Swîsreyê JUSO berê jî ji bo Efrînên hin xebat kiribû, vê carê ji bo ku ev mijar têkeve plansaziya xebatên salane têkildarî Efrînê pêşniyaznameyek da. Pêşniyazname bi dengê hemû delegeyan hate qebûlkirin û hate diyarkirin ku ji 20’ê Çileyê û vir ve Efrîn di bin dagirkeriyê de ye û gelê Kurd dibe hedef, ê ku li Rojhilata Navîn aştiyê diparêze.

EFRÎN DI BIN DAGIRKERIYA ERDOĞAN DE YE

Di pêşniyaznameyê de hate destnîşan kirin di 7 salên şer de Efrîn herêma herî ewle ya Sûriyeyê bû û hate diyarkirin ku, “Efrîn îro di bin êrîşên giran de ye. Tirkiye hiqûqa navneteweyî bin pê dike û bi balefiran êrîş lê tên kirin. Em ê li hemberî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê bêdeng nemînin. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku bila li hemberî dewleta Tirk helwesta xwe zelal bikin.”

Piştî ku pêşniyazname bi dengên hemû delegeyan hate qebûlkirin, ciwanên JUSO’yê li ber pankarta ‘Xwedî li Efrînê derkeve’ hatin ba hev û peyamên hevgirtina Efrînê dan.