Li Îtalyayê Kurd beşdarî meşa ‘rizgarbûna ji faşîzmê’ bûn

Li Îtalyayê ji bo 73’emîn salvegera rizgarbûna ji faşîzma Mûssolînî  her sal meşa mezin a partîzan tê lidarxistin. Kurdistanî jî bi posterên Ocalan, alayên YPG û YPJ’ê tevlî meşê bûn.

Komîteya Kurd beşdarî meşa li Mîlanoyê ya li dijî faşîzmê bû. Di meşê de qala dîroka têkoşîna li dijî faşîzmê hate kirin û hate gotin ku gelê Kurd jî li dijî faşîzma Erdogan li ber xwe dide. Di meşê de peyama piştevaniya ‘Berxwedana bi rûmet ya Kurdan’ hate dayîn.

Kurd bi pankarta ‘Têkoşîna Li Dijî Faşîzma Hîtler û Erdogan Nasekine’ tevlî meşê bûn û bê navber dirûşmeyên ‘Duh Hîtler, îro Erdogan’ , ‘Vîva Ocalan’ û ‘Vîva Kurdistan’ berz kirin.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên YPG û YPJ’ê hatin hildan û gelê Îtalyayê eleqeyek mezin nîşanî Kurdan da.