Cezayê darvekirinê yê li Îranê li Berlînê hate şermezarkirin

Li paytexta Elmanya Berlînê, cezayê darvekirinê û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên rejîma Îranê yên li dijî girtiyan bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.

Çalakî li meydana Brandenburger Tor pêk hat û tevî NAV-DEM'ê komeke ji aktîvîstan tevlî bû. Di mîtîngê de dirûşmên "Pêşî li terora dewletê ya li Îranê bigirin", "Darvekirinên li Îranê tavilê rawestînin" hatin qîrîn.

Çalakgeran wêneyên siyasetmedarên Kurd ên li Îranê hatine darvekirin û yên li ber darvekirinê ne hildan. Di çalakiyê de her wiha dowîzên bi nivîsa "Azadî ji hemû girtiyên siyasî yên li Kurdistanê û ji Huseyîn Penahî" re hate hildan.

Penahî Hezîrana 2017'an bi endametiya rêxistina Komala hatibû sûcdarkirin û girtin. Dadgeha Bilind a Îranê, destpêka Nîsanê cezayê darvekirinê yê li Penahî hate birîn erê kir.